Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir va ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 41 hezar û 118an û hejmara birîndaran jî derket 95 hezar û 125an.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 342emîn de berdewam dike de agahî da.
Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 3 qetlîamên 24 saetên dawîn de 34 kes şehîd kirin û 96 kes jî birîndar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê cotmehê vir va li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 41 hezar û 118an û hejmara birîndaran jî derket 95 hezar û 125an.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hîna gelek qurbanî di bin kavilan de ne û li ser rêyan mane, lê rejîma îşxalker rê nedaye ku ambulans û tîmên berevaniya sivîl xwe bigihînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navenda Myanmarê ji ber lehiya dijwar herî kêm 17 kes mirin.
Weqfa Êtîman ku li çar alîyê dinyayê ji êtîm û mezluman re dibe sitarek û xebatan bikartîne, li welatê Tanzanyaya Efrîqayê ji xizmetên xwe re yeka nû jî zêde kir
Rejîma îşxalker a sîyonîst li Şerîaya Rojavayê êrîşî nexweşxaneyekî kir û Fîlîstînîyekî birîndar desteser kir.