Ofîsa Çapemenîya Hikûmetê li Xezzeyê got ku nifûsa Filistînî ya ku li Xezzeyê û bajarên wê yên bakur dijîn, ji ber ku bi sed hezaran koçber sibeha Duşemê dest bi vegerê kirin, lazimatîya wan a bi lezgînî ji 135.000 çadir û konteyniran re heye.
Di daxuyaniya ku ji teref Ofîsa Çapemenîyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku rêjeya wêranîya ku ji teref sîyonîstên îşxalker ve li bajarê Xezzeyê û herêmên bakur hat kirin ji sedî 90 derbas kir.
Ofîsê bang li civaka navneteweyî, rêxistinên navneteweyî û herêmî û welatên ereb kir ku bi vekirina xalên derbasbûnê, ji bo peydakirina pêdivîyên bingehîn ên stargehê ji bo gelê Filistînê gavan bavêjin.
Li gorî Ofîsa Çapemenîyê, niha ji 5 hezar û 500î zêdetir wezîfedarên hikûmetê ji bona ku vegera mirovên ku ji cîhê xwe bûne hêsan bikin di hemû sazîyên fermî û wezaretan de alîkarîyan dikin.
Vegera bi coş a koçberan
Bi cîbicîkirina rêkeftina agirbestê, îro danê sibê bi sedhezaran mirovên ku ji cîhê xwe bûne dest bi vegera bakurê Xezzeyê kirin. Pêvajoya vegerê bi coş, tekbîr û kelecaneke zêde pêk tê.
Berpirsê Dezgeha Ragihandinê ya Hikûmetê Selame Marûf di daxuyanîyekê de berî niha ragihandibû ku karmendên hikûmetê bi hevkarîya aliyên civakî vê rojê weke sembola hevgirtina netewî û hevgirtina civakî dibînin. Maruf destnîşan kir ku ev hewldan biryardariya gel a ji bo bidawîkirina xeyalên îşxalkeran ên koçberîya bi darê zorê nîşan dide.
Karê stargeh û alîkarîyê
Ji dema ku peyman hate diyarkirin, komîteyên niştecihbûnê û alîkariyê yên hikûmetê ji bo welatiyên ku malên wan wêran bûne giranî dane ser amadekirin û xêzkirina kampan. Ji bo vê armancê heta niha nêzî 40 qadên kampê hatine avakirin û xebatên ji bo temînkirina lojîstîk û lazimatîyên jiyanê di serî de temînkirina konan berdewam dike.
Selame Maruf bang li xelkê Xezze û bakur û bi taybetî welatîyên ku malên wan wêran bûne kir ku hev hembêz bikin û mazûvaniya wan bikin û ruhê yekîtî û piştgirîyê ku bi mehan e berdewam dike, bila bidomînin. Wî destnîşan kir ku divê welatîyên ku lazimatîya wan a stargehê hene, serlêdana navendên stargeha demkî yê herî nêz bikin, bi taybetî çadirên xwe, bi xwe re bînin ji ber ku di temînkirina 120 hezar konên lazim de derengbûn heye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Parastinê ya îşxalkeran der barê windahîyên xwe yên leşkerî de daxuyanî da. Wî da zanîn ku 841 îşxalker hatine kuştin.
Li herêma Potosîyê otobûseke rêwîyan ji pirê ket xwarê di encamê de 19 kes mirin, 9 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşên artêşa îşxalê ya ku bihesaba ew ê li gorî peymana agirbestê wê ji Libnanê derketana lê ew ji herêman derneketin de kesekî şehîd kirin, 7 kesan jî birîndar kirin.
Sîyonîstên îşxalker, li Beyt Emîra bakurê El Xelîla Şerîaya Rojavayê êrîşî gelek tax û kolanan kir, di encamê de 20 kesan desteserkir.