Provokasyoneke nû ji Cihûyên sîyonîst: Hewl dan qurbanê bînin nav Mizgefta Eqsayê
Cihûyan, di bin parastina rejîma sîyonîst de, hewl dan ku qurbanên qurbanê bi qaçaxî bibin nav Mizgefta Eqsayê. Rayedarên Filistînî ev hewldan wekî "êrîşek rêxistinkirî ya ku armanca wê qirêjkirina Eqsayê ye" bi nav kirin, lê Urdunê wekî "îxlalkirinek eşkere ya qanûnê" bi nav kir.
Ofîsa Waliyê Qudsê hewldana roja Sêşemê ya Cihûyan a ji bo qaçaxçîtkirina heywanên qurbanê bo nav Mizgefta El-Eqsayê wekî "provokasyonek pir talûke" bi nav kir. Li gorî ofîsa walîtîyê, heşt Cîhûyan dema ku ji deriyê Bab el-Esbatê derbas dibûn bizinek, sê kevok û alavên dînî yên Cihûyan hilgirtin. Ev hewldan wekî êrîşek plankirî û rêxistinkirî ya li dijî El-Eqsayê hate hesibandin.
Waliyê Qudsê tekez kir ku ev kiryarek takekesî nîne û got, "Ev provokasyon ji bo bêrêzkirina cihê pîroz beşek, cihûkirina El-Eqsayê, û ferzkirina fermanek dagirkeriyê ya nû li ser vê derê ji stratejiya îşxalkeran e." Di daxuyaniyê de tekez kir ku tevahiya qada 144 donimî ya El-Eqsayê cihekî îbadetê yê Misilmanan e, û rejîma sîyonîst nikare li ser wê ti serweriyek îddîa bike.
Ofîsa walîtiyê diyar kir ku hewldana Cihûyan a veguhestina qurbanên qurbanê hewldanek e ji bo ferzkirina rêûresmên Incîlê li ser Eqsayê, û tekez kir ku ev kiryar êrîşek eşkere li ser nasnameya cihê pîroz e. Pasvanên Eqsayê nehiştin ku Cihû qurbanên qurbanê bi qaçaxî bibin mizgeftê, û polêsên îşxalker piştî bûyerê neçar man ku siyonîstan bigirin.
Hat ragihandin ku di heman rojê de 215 Cihûyên sîyonîst ên din êrîşî Mizgefta Eqsayê kirin û destûr hat dayîn ku 565 geştiyarên biyanî ji deriyê geştiyariyê yê rêveberiya îşxalker derbas bibin.
Ji Urdunê şermezarkirineke tund
Wezareta Karên Derve ya Urdunê hewldana Cihûyên sîyonîst a hilgirtina qurbanê wek "êrîşek eşkere li ser Eqsayê" şermezar kir.
Daxuyaniya wezaretê tekez kir ku provokasyonên bi vî rengî "dijwariyeke vekirî" li dijî hiqûqa navneteweyî û mirovî ne.
Rêveberiya Ammanê jî bi tundî serdegirtinên ku ji hêla polêsên îşxalker ve dihatin kirin red kir û got, "îsraîl li ser Eqsayê ti serweriyek tune."
Bîlançoya êrîşên îşxalkeran pir zêde ye
Ev provokasyon di heman serdema êrîşên qirkirinê yên ku ji teref rejîma sîyonîst ve li Xezzeyê hatine kirin de zêdetir bûne.
Li gorî daneyên fermî, di mehên dawî de li Şerîaya Rojava û Qudsê çeteyên îşxalker û niştecihan herî kêm 1076 Filistînî kuştine, nêzîkî 10.700 birîndar kirine û zêdetirî 20 hezar Filistînî jî desteserkirine.
Li Xezzeyê, êrîşên ku di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kirin, bûne sedema mirina zêdetirî 69,000 Filistîniyan, birîndarbûna zêdetirî 170,000 kesan û wêrankirina piraniya bajêr, hetta berî agirbestê jî. Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku ji bo ji nû ve avakirina Xezzeyê bi qasî 70 milyar dolar hewce ye.
Hewldanên israr ên siyonîstan ji bo anîna qurbanan bo nav Mescîda Eqsayê
Komên Cihû bawer dikin ku cihê Mizgefta Eqsa û Qubbeya Sehrayê cihê Perestgeha Cihûyan a wêrankirî ye. Ew dibêjin ku rewşa niha ya Eqsayê astengiyek e li pêşiya ji nû ve avakirina "Perestgeha Sêyemîn" a xeyalî. Ji ber vê yekê, ew her gavek ku diavêjin - êrîş, çalakiyên bilindkirina alê, û hewldanên qurbanîdanê - wekî planek ji bo damezrandina hêdî hêdî ya kontrola Perestgehê dibînin.
Qurbankirina rêûresmî wekî "şertek mecbûrî" ya Perestgehê tê hesibandin. "Îbadeta qurbanê" ya Cihûyan nikare bi tevahî were bicîhanîn heya ku Perestgeh ji nû ve neyê vekirin. Ji ber vê yekê, ji bo wan, anîna heywanê qurbanê bo nav Eqsayê, ku bi awayekî sembolîk rêûresma Tewratê li wir dest pê dike, gava yekem a pratîkî ber bi ji nû ve avakirina Perestgehê ye.
Cihû her wiha "destpêşxeriya qurbanê" wekî dijwarîyek siyasî dibînin ku hebûn û rêveberiya Misilmanan li El-Eqsayê diceribîne.
Ji ber vê yekê, ev gav ji hêla Filistîniyan ve wekî êrîşek rasterast a li dijî nasnameya El-Eqsayê tê hesibandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HAMASê êrîşa li ser Kampa Ayn el-Hilwe ya li bajarê Seydayê yê Lubnanê wekî "qirkirineke hovane" bi nav kir û îddîayên îşxalkeran ên ku dibêjin ew "navenda perwerdeyê" ye red kir, û tekez kir ku êrîşê bi tevahî sivîl hedef girtine.
Di êrîşa hewayî ya artêşa îşxalker a li ser Kampa Penaberan a Filistînî ya Eyn El-Hîlwe ya li bajarê Seyde ya başûrê Lubnanê de sêzdeh kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Di şewata ku li malekê li başûrê Qazaxistanê derket de, 12 kes mirin.