Iraqê deriyê sînorî yê Şeib ê li ser sînorê xwe yê bi Îranê re girt
Li gorî çavkaniyan, Iraqê deriyê sînorî yê Şeyb ê bi Îranê re girt da ku rewşa ewlehiyê binirxîne.
Li gorî rapora Reutersê ku ji rayedarên sînorê Iraqê dispêre, rayedarên Iraqê deriyê sînorî yê qerebalix ê Şeyb bi Îranê re ji bona ku kontrolên ewlehiyê bikin û alavên tespîtkirinê bi cih bikin girtine.
Li gorî çavkaniyên ajansê, deriyê Şeyb heta agahdariyeke din ji bo rêwîyan, wesayîtan û qamyonên bazirganî girtî dimîne.
Karbidestekî ewlehiyê ji parêzgeha Xuzistanê ya başûrê rojavayê Îranê jî diyar kir ku deriyê sînorî yê Şeyb, ku li aliyê Îranê wekî Şazabah tê zanîn, ew ê heta agahdariyeke din were girtin û ev biryar ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî nûçeyan, Muhafizên Şoreşê yên Îranê çekek nû pêşxistine ku jê re 'bavê hemû bombeyan' tê gotin.
Rayedarên Parîsê xwepêşandana xwendekaran a ku ji bo roja Pêncşemê hatibû plankirin qedexe kirin.
9 kesên ji Xezzeyê yên ku di zindanên sîyonîstan de êsîr hatibûn girtin, serbest hatin berdan.