Jackie Chan: Zarokên Xezzeyê her roj tên bombebarankirin
Lîstikvanê navdar ê cîhanê Jackie Chan bal kişand ser trajediya ku zarokên li Xezzeyê pê re rû bi rû mane û got ku piştî temaşekirina vîdyoyekê nikarîbû hêsirên xwe bigire. Chan diyar kir, "Xezzeyê... zarokên Xezzeyê her roj tên bombebarankirin, hûn dibînin"
Aktor û derhênerê Çînî yê navdar ê cîhanê Jackie Chan di çalakiyekê de ku ji bo pêşandana fîlmê xwe yê nû beşdar bû, derbarê trajediya mirovî ya li Xezzeyê de daxuyanî da.
Chan diyar kir ku vîdyoyek ku wî li ser Xezzeyê temaşe kiriye tesîrek li wî kiriye û bersiva ku zarokekî daye pirsa "Dema tu mezin bibî tu dê bibî çi?" ew pir hejandiye.
Chan got ku piştî ku gotinên zarok bi bîr anî, "Zarok nikarin li vir mezin bibin" nikarîbû hêsirên xwe bigire.
"Di wê gavê de min nikarîbû xwe ragrim, ez girîyam"
Di daxuyaniya xwe de, Chan bal kişand ser tiştên ku li Xezzeyê diqewimin û got, "Min wê gavê nikarîbû tehemûl bikirana, ez girîyam. Xezzeyê… zarokên Xezzeyê her roj tên bombebarankirin, hûn dibînin."
Gotinên Chan careke din tesîra wêranker a êrîşên rejîma îşxalker ên li ser Xezzeyê li ser zarokan destnîşan kirin. Zarokên ku di bin bombebaranê de ji bo zindî bimînin li şûna dema lîstikê bi goristanan û li şûna pêlîstokan jî bi kavilan re rû bi rû dimînin.
Rastiya qirkirinê li seranserê cîhanê deng vedide
Êrîşên ku ji teref rejîma îşxalker ve tên kirin, bêyî ku ferqê di navbera jin, zarok û extiyaran de bikin, veguheriye pêvajoyeke sîstematîk a qirkirinê ku mafê jiyanê yê tevahiya nifûsa Xezzeyê hedef digire.
Li gel bêdengiya civaka navneteweyî, qirkirina li Xezzeyê wijdanên cîhana huner û sînemayê dihejîne.
Vîdyoya Jackie Chan ku hestên xwe yên li ser zarokên li Xezzeyê parve dikir, di demek kurt de li ser medyaya civakî bala gelek kesan kişand. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di bûyerên piştî barana zêde ya çend rojan li Efxenistanê de, 12 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Hemasê desteserkirina desthilata îdarî ya Mizgefta XelîlîÎbrahîmî ji teref rejîma sîyonîst ve û veguhestina wê bo "îdareya sivîl" a qaşo îşxalker wekî gaveke pir talûke ber bi Cihûdkirinê ve ku nasnameya Îslamî û Erebî ya El Xelîlê hedef digire, wesifand.
Tomarên dengî yên derketî holê û bi sedan belgeyên nehênî eşkere kirin ku efserên leşkerî yên payebilind ên rejîma Esed a hilweşiyayî plan dikirin ku êrîşeke çekdarî li Sûriyê bidin destpêkirin û hikûmeta nû ya li Şamê bikin hedef.
Li nêzîkî Nablusê, li Şerîaya Rojava, hêzên îşxalker ciwanek kuştin û yekî din jî birîndar kirin.