Ji baregeha artêşa Nîjerê re êrîş hat lidarxistin: 34 mirî

Li bajaroka Banibangouya li rojhilata Nîjerê ji 200î zêdetir êrîşdarên bi motorbisiqletê êrîşî baregeha artêşê kirin, di êrîşê de herî kêm 34 leşker canê xwe ji dest dan.
Wezareta Parastina Nîjerê di daxuyanîya ku belav kir de, destnîşan kir ku di êrîşa li bajaroka Banibangouya li nêzê sînora Malîyê hat lidarxistin de 34 leşker hatine kuştin.
Di daxuyanîya wezaretê ku li ser televîzyonê hatibû parvekirin de weha hat gotin, “Ji heşt wesayît û 200 motorbisiqletî zêdetir çeteyekî ku ji leşkerên bipere pêk tê li Banibangoyê êrîşeke tirsnak û bêrehm lidar xistin.”
Wezaret, îfade kir ku di êrîşê de 34 leşker mirin, 14 leşker jî birîndar bûn û bi dehan êrîşdar jî hatin kuştin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê îro jî kêm nebûne. Îşxalkeran bi hedefgirtina sîvîlên ku li benda alîkariyê bûn, 21 Filistînî şehîd kirin, ji şehîdan sê heb bira bûn.
Serokê Ajansa Enerjîya Atom a Navneteweyî (UAEA) Rafael Mariano Grossi, destnîşankir ku êrîşên li dijî tesîsên nukleerî ya Îranê ewlehîya nukleerên li welat kirîye nav talûkeyê, û divê tu dem ji tesîsên nukleerî re êrîş neyê kirin.
Hêzên ewlehiyê yên Îranê di operasyonên berfireh ên di neh rojên dawî de bi tevahî 148 kes bi şibheya têkiliyên bi Mossadê re binçav kirine.
Eyal Zamîr, qaşo Serfermandarê Giştî yê rejîma sîyonîst, got, "Divê em ji bo şerekî dirêj li dijî Îranê amade bin, rojên dijwar li pêşiya me ne."