Ji Birayên Misilman ji bo Rêberê Komara Îslamî ya Îranê nameya piştgiriyê

Birayên Misilmanan nameyek ji Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetullah Seyyid Elî Xameneî re şand û piştgiriya xwe ya tevahî li dijî êrîşa sîyonîstan ragihand, sîyonîstan wekî dijminekî hevpar bi nav kir û tekezî li ser yekîtîya ummeta Îslamî kir.
Îxwan el-Muslîmîn nameyek ji Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetullah Seyid Elî Xameneî re şand û li hember êrîşkariya hovane ya rejîma sîyonîst piştgiriya xwe ya tevahî ji bo Komara Îslamî ya Îranê ragihand.
Di nameyê de, ku ji hêla Cîgirê Rêberê Giştî Dr. Salah Abdulhak ve hatiye îmzekirin, ji bo kesên ku di êrîşan de canê xwe ji dest dane sersaxî hat dayîn û weha hat gotin, "Bi navê xwe û li ser navê Tevgera Birayên Misilman, ez dixwazim li dijî êrîşa hovane ya îsraîlê piştgiriya me ya tevahî ji bo Komara Îslamî ya Îranê tekez bikim. Ez her weha ji bo hemû rêber, zanyar û welatiyên bêguneh ên Îranî yên şehîd sersaxiyên xwe yên herî dilsoz pêşkêş dikim."
Di nameyê de hatiye gotin ku êrîşkariya rejîma sîyonîst a li dijî Îranê merhaleyek nû ya êrîşa li ser Filistînê ye û rejîma îşxalker ji ber ku piştgiriya Îranê ya ji bo berxwedana Filistînê bi weka tolhildanê tevdigere, û weha hatiye gotin: "Rejîma îşxalker ji ber piştgiriya ku Komara Îslamî daye berxwedana Filistînê bi weka tolhildanê tevdigere. Wekî din, sedemên din ên stratejîk wekî lêgerîna îşxalker ji bo sepandina hegemonyaya xwe bi ziîfkirina navendên hêzê yên li herêmê jî hene. Ev sazî ji piştgiriya berfireh a ku Emrîka û welatên din ên Rojavayî ji ber têkçûna ku di 7ê Cotmeha 2023an de kişand tirsîyan ve tê teşwîqkirin wêrektîyê digre. Hikûmeta rastgir a tundrew a Netanyahu ji bona ku ewlehiya ku bi her awayî winda kiriye bi dest bixe, berê xwe daye êrîşkariyê."
Name, ku tekez dike ku Ummeta Îslamî ji aliyê dîn, ruh, şaristanî û jeopolîtîkê ve yek ummet e, balê dikişîne ser wê rastiyê ku agirê îşxalê û piştgirên wê cudahî naxe navbera nijad û mezheban û wiha berdewam dike: " Em yek ummet in. Em hemû ji aliyê dîn, ruh, şaristanî û jeopolîtîkê ve yek in. Agirê ku ji teref îşxalê û piştgirên wê ve tê pêxistin cudahî naxe navbera nijad an mezhebên me. Her çend ev agir berxwedana Filistînê hedef digire jî, ew di heman demê de armanc dike ku avahiyên piştgiriyê yên li pişt wê ji holê rake. Ferq nake ku ev avahî Komara Îslamî ya Îranê ku dewletek navendî ye ne, an tevgerên Îslamî ne - ku Birayên Misilman ji van ên herî berbiçav in.
Ji ber vê yekê, wekî Birayên Misilman, em dizanin ku dijminê me yek e û ev dijmin dewleta îşxalker a sîyonîst e. Çekê me yê yekem û herî bihêz yekîtiya Ummeta Îslamî û yekbûna hêzên wê li dora stratejiyeke hevpar e. Ev stratejî ew ê bala Ummetê ber bi dijminê wê yê rastîn ve bibe û bibe alîkar ku şopên şaşiyên ku di salên borî de zirarê dane yekîtiya Ummetê û bûne sedem ku enerjiya wê li ser nakokiyên navxweyî were xerckirin, werin jêbirin. Ji ber ku dijminên Ummetê her gav ji van nakokiyên navxweyî menfeat bidestxistîye.
Şehîd û qurbaniyên hêja yên ku îro li Filistîn, Lubnan, Yemen û Îranê hatine dayîn berpirsiyariyek mezin didin ser milên me: ku em sefên xwe bikin yek, parçebûnên xwe li dû xwe bihêlin û xîreta xwe bikin yek."
Name bi van gotinan bi dawî dibe: "Birêz Ayetullah Xameneî, em bawer dikin ku Ummeta Îslamî ne xewn e, lê rastiyek e. Ev Ummet hilgirê peyama dawî, wehya ebedî û şaristaniyeke geş e. Her çend ew ji nijadên cuda bin jî, wan di dil û armancên xwe de heman wehyê kirine yek. Îro jî, Birayên Misilman hêna jî bi tundî pabendî banga şehîd Îmam Hesen el-Benna ne:
"Armanca me ya bingehîn di têkiliyên me yên bi sazî û avahiyên Îslamî re ew e ku em perspektîfan nêzîkî hev bikin, ramanên cuda li hev bînin û piştrast bikin ku rastî li ser bingeha hevkariyê û evînê serdest e. Cûdahiya ramanê di fiqhê de an jî cudahiya mezhebî qet me ji hev dûr naxe. Ji ber ku dînê Xwedê hêsan e, her kesê ku dînê dijwar bike ew ê ji hêla wê ve têk biçe... Em bawer dikin ku rojekê; nav, taybetmendî, cudahîyên fermî û astengiyên teorîk dê winda bibin; li şûna wan yekîtiyek pratîkî dê çêbibe. Ev yekîtî dê refên Muhemmed bicivîne û tenê birayên Misilman dê bimînin ku ji bo Xwedê dixebitin û ji bona dînê cîhadê dikin:
‘Kî ku Xwedê, Pêxemberê Wî û bawermendan ji xwe re bike dost - ew ên ku aliyê Xwedê bigirin dê serfiraz bibin." [El-Maîde, 56]" (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îranê di operasyonên xwe yên fuzeyî ku di nav 48 seatên dawîn de li dar xist de bi dehan îşxalkerên sîyonîst kuşt û birîndar kir. Tel Avîv, Ramat Gan, Holon û Bîrûssebîyê hatin hedefgirtin. Artêşa îşxalê, du gundên li nêzê tesîsên nukleerî bi acîlî vala kirin.
Fuzeyên Îranê ku vê sibehê axên îşxalkirî hedef girtibû, li mala wezîrê berê yê Derdorê û endamê Partîya Likudê Danny Naveh ket.
Rejima sîyonîst ji noqteyên belavkirina alîkarîyê ya li Xezzeyê hedef girtin, di hedefgirtina Qorîdora Netzarîmê de 16 Filistînî şehîd bûn, ji 100î zêdetir sîvîl jî birîndar bûn. Doh jî di êrîşeke heman de herî kêm 50 sîvîl şehîd bûn.