Ji Cemaata Îslamê ji bo Huseyîn Îzzet Atvî peyama sersaxiyê

Cemaata Îslamî ya Lubnanê piştî şehadeta yek ji fermandarên pêşeng ê xwe yê bi navê Şêx Huseyîn Atvî li başûrê Beyrûtê di êrîşa hewayî ya sîyonîstan de peyama sersaxiyê weşand.
Hat ragihandin ku Huseyîn Îzzet Atvî ku akademîsyen û pêşengê cemaetê ye îro danê sibê di êrîşa hewayî ya ku ji teref rejîma îşxalker a sîyonîst ve hat kirin de şehîd bû.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin Atvî danê sibeha 22ê Nîsana 2025an dema ku ji mala xwe ya li Baourtayê derdiket û ber bi Beyrûtê ve diçû, ji teref balafireke bê mirov a rejîma sîyonîst ve hat hedefgirtin.
Di daxuyaniyê de weha hat gotin:
"Em vê cinayeta hovane bi tundî şermezar dikin. Sîyonîstê dijmin berpirsê vê êrîşê ye. Ji ber vê yekê ev hêrs, ev êrîşên provokatîf wê heta kengê bidome? Heta kengê ewlehîya Lubnanê û gelê wê bibe hedef?"
Hat diyarkirin ku Huseyîn Îzzet Atvî hem di nava civakê de berpirsyarekî bilind bû û hem jî di asta zanîngehê de akademîsyenekî bû.
Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku ew ê wekî "alim, waîz û mucahîd" bê bibîranîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat îfadekirin ku li peravên Mindanaoyê, li nêzê Giravên Talauda Endonezyayê di mezinahîya 6,2yan de erdhej pêk hat. Di encamê de candayîn û zerara maddî çênebû û hişyarîya tsûnamîyê nehat dayîn.
Di êrîşa hewayî ya ku ji teref sîyonîstên îşxalker ve li ser Xezzeyê hat kirin de 9 Filistînî şehîd bûn. Êrîşên li ser malekê li Xan Yûnis û kampên konan li navenda Xezzeyê bûn sedema candayînan.
Li wîlayeta Oklahomaya Emrîkayê piştî bataneke dijwar lehî çêbû, di encama lehî û bahozê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.