Ji Emrîkayê heta Tel Avîvê: Piranîya çekên ku we diparêzin me da we
Alîkarê Serokê Emrîkayê JD Vance bi tundî rexne li endamên hikûmeta rejîma sîyonîst kir ku li hember peymana bi Îranê re hatî kirin bertekên xerab nîşan dan. Vance diyar kir ku piraniya çekên ku rejîma sîyonîst di mehên dawî de diparêzin ji hêla Emrîkayê ve hatine hilberandin û fînansekirin. Medyaya îsraîlê ragihand ku van gotinan li Tel Avîvê "tesîra şokê" çêkirine.
Alîkarê Serokê Emrîkayê JD Vance bi tundî rexne li hinek wezîrên hikûmeta qaşo rejîma sîyonîst kir ji ber rexneyên wan ên li ser mutebeqeta lihevhatinê ya bi Îranê re îmzekirî.
Vance di civîneke çapemeniyê de li Washingtonê axivî û got ku eger ew berpirsekî hikûmeta rejîma sîyonîst bûya, ew "ê êrîşî yekane hevalbendê wê yê bihêz li cîhanê nekira." Vance diyar kir ku di mehên dawî de, bi qasî du ji sêyan çekên ku rejîma sîyonîst diparêzin ji hêla Emrîkayê ve hatine hilberandin û fînansekirin.
Alîkarê Serokê Emrîkayê got, "Peyama me ji bo îsraîliyan û ji bo her kesî eşkere ye: em dixwazin ku ev pêvajoya aştiyê di berjewendiya wan de jî be."
Vance her wiha rexne li rejîma sîyonîst kir ji ber ku di demên ku ber bi rêkeftinekê ve pêşveçûn çêdibûn de êrîşî Lubnanê dikir. Wî diyar kir ku gelek kesên ku ne girêdayî Hîzbullahê ne li Beyrûdê canê xwe ji dest dane, û her çend rejîma sîyonîst mafê parastina xwe heye jî, divê rêz li pêvajoya aştiyê jî bigire. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, berxwedana Hîzbullaha Lubnanê silav kir û tekez kir ku hewldanên rejîma îşxalker ên ji bo çêkirina parçebûnê di navbera cepheyên berxwedanê de bêencam bûn.
Wezareta Parastinê ya Efxenistanê ragihand ku hêzên hewayî yên Efxenistanê li seranserê sînor veşartgehên DAIŞê kirin hedef.
Serokê Parlamentoya Îranê Muhammed Baqir Qalibaf û Serokkomar Mesûd Pezeşkîyan, di daxuyaniyên piştî peymana ku bi Washingtonê re hat îmzekirin de tekez kirin ku li ser berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê û mafên cepheya berxwedanê tawîz nayê dayîn. Qalibaf diyar kir, "Destên me li ser tetikê ne; em amade ne ku bi biryardarî bersiva dijmin bidin."