Rayedarên HAMASê bertek nîşanî gotinên Donald Trumpê Serokê Emrîkayê yê derheqê plana tehcîrkirina gelê Xezzeyê dan û bal kişandin ku gelê ku tevî qetlîamên îşxalkeran a 15 mehan cihê xwe terk nekirine wê ev planan jî pûç bikin.
Îzzet El Rîşk, Samî Ebû Zuhrî û Hazim Qasimên ji rayedarên HAMASê bi daxuyaniyên kirin plana tehcîrkirina gelê Xezzeyê yê Trump red kirin.
Îzzet El Rîşk di daxuyaniya ku belavkir de wisa got:
“Em daxuyaniyên Donald Trump ê ku bi hinceta jinûve çêkirina Şerîda Xezzeyê bangî derketina gelê Filistînî dike red dikin.
Daxuyaniyên Trump nijadperest e û hewleke derxistina doza Filistînê, înkar kirina heqên me yên navnetewîye.”
Samî Ebû Zûjrî jî wiha peyivî û got, “Em gotinên ‘Divê niştecihên Şerîda Xezzeyê ji cihê xwe derkevin’ qebûl nakin û ev gotin li herêmê çavkanîya qaos û rageşîyan e.
Wê gelê me yê Xezzeyê destûrî vî planî nede. Tiştê divê bê kirin ne derxistina gelê me ji axmn xwe ye, bi dawî bûna îşxal û êrîşan e.”
Berdevkê HAMASê Hazim Qasim jî van bertekên xwe anî ziman û got:
“Li şûna ku siyonîst îşxalkerê sûcdar ji qirkirin û koçkirinê berpirsyar bigre, ne cezakirin, xelat tê dayîn.
Armanca sereke ya îşxalkeran di şerê li ser Xezzeyê de derxistina Filistîniyan ji Şerîda Xezzeyê ye.
Heta gelê Filistînê bigihîje azadî û serxwebûna xwe wê berxwedan bidome.
Pêvajoya jinûveavakirinê dema ku gelê Xezzeyê li wir bimîne dikare pêk were, ne bi koçberkirina wan wekî ku ji hêla rastgirên sîyonîst ve hatî pêşniyar kirin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezarete Edaleta Emrîkayê, daxuyand ku di bin navê micadeleya bi alîgirên Filistîn û antîsemîtîzmê de hêzekî wezîfeyê saz dikin.
Hikûmeta li Xezzeyê, daxuyand ku digel agirbesta ku di navbera rejima îşxalker û Hamasê de hatîye îmzekirin têketina alîkarîyên însanî ya ji Xezzeyê re tê astengkirin.
Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkîyan, destnîşan kir ku sedema herî mezin a ziîfkirin û bêtesîrkirina ummeta Îslamê pêşkarîkirina parçebûna nav e.