Ji serfermandarên berê yên îşxalkeran îtîraf: îsraîl li Xezzeyê bi “Hamaseke nû” re rûbirû ye

Serfermandarên berê yên îşxalkeran, qebûl kir ku HAMASê li Xezzeyê ji nû ve tê ser xwe, gihaştîye qeweta xwe ya berîya Tofana Eqsayê.
Serfermandarên berê yên îşxalkeran, derheqê qirkirina ku li Xezzeyê berdewam dike de daxuyanîyên balkêş dan. Serfermandarê berê Yitzak Brik, gotinên fermî yên ku tê gotin HAMAS ji sehayê hatîye jêbirin red kir, Wî îfade kir ku Tûgayên Qessam ji nû ve biqewet bûye û bi taktîkên herba gerîllayê xwe dan hev.
Brik got, “Li ber çavên me HAMASekî nû tê dinyayê. HAMAS, wek rojên ku dest pê kiribû, wek rêxistinekî gerîlla ji nû ve organîze dibe.”
Li gorî daxuyanîyan, niha HAMASê xwedî 40 hezar berxwedêran e û ev hejmar jî li gorî hejmarê berîya Tofana Eqsayê hema hema wek hev e.
Brik li hember daxuyanîyên rayedarên rejima îşxalker disekine ku ew dibêjin HAMASê “seqet bûye” û dûre got, “HAMAS tu dem nebû artêşek. Ji ber vê yekê windakirina qabilîyeta leşkerî ya ku Serfermandar îddîa dike tineye.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 62 hezar û 662yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 157 hezar û 673 kesan.
Di qezayekê de ku otobuseke geştyarî dema ku ji geşta xwe ya ber bi Niagara Falls a li wîlayeta New Yorkê vedigeriya, qulipî, herî kêm 5 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li Xezzaya ku di bin îşxala rejima îşxalker de ye xela heye. Wezareta Tenduristî ya Filistînê, daxuyand ku di nav 24 seatên dawîn de 8 kes ji birçîna şehîd bûn, hejmarê şehîdên ji birçîna şehîd bûne derket 281 kesan.
Wezîrê Karên Derve yê Hollandê Caspar Feldkamp, biryara redkirina li hember muameleyên rejima îşxalker a li Xezze û Şerîaya Rojavayê girtina tedbîrên pêş a ji teref hikûmetê ve protesto kir, û daxuyand ku ji wezîfeya xwe îstîfa kirîye.