Karwana Hêvîyê ku ev bû mehekîye li Burundîyê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne, bi tevî beşdarbûna Sefîrê Burundî yê Tirkîyeyê Alp Işikli ve ji bi sedan mirovan re şîva germ belav kir.
Karwana Hêvîyê ku ji Burundîya welatê herî feqîr a dinyayê ye re bi salan e xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne, bi ekîba xwe ya demekî berê ji Burundîyê re şandibû ve xebatên xwe yên mayînde li dar dixe.
Eqîqe, sedeqe û qurbanên ku xêrxwazan teslîmê Weqfê kirine ji malbatên mihtac û xwendekarên medreseyê re hatin belavkirin, ji xwendekaran re Qurana Pîroz hatin dîyarîkirin, ji mirovên ku ji lehîyê tesîrdar bûne û ji ber vê yekê di konan de dijîn re betanî hat dîyarîkirin, ji xwendekarên ku li dibistanê maseyên ku ser rûnên û bixebitin tinebû re jî sire hatin dîyarîkirin, ji cotkaran re jî tevir û mer hatin belavkirin, niha jî Karwana Hêvîyê bi navê Şehîd Yahya Sînwar camîyek lêdike.
Di dema belavkirina şîva germ de Sefîrê Burundî yê Tirkîyeyê Alp Işikli jî amade bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Weqfa Êtîman Fîkrî Karavîl di merasîma xelatdayînê ya li paytexta Urdunê Ammanê de diyar kir ku ji ber krîza însanî ya li Xezzeyê ew ê ji bo alîkariyên tenduristiyê saziyek bidin destpêkirin.
Di roja çaremîn a agirbestê de ji Xezzeyê re 808 tirên alîkarîya însanî ketinê.
Artêşa îşxalê başûrê Xezzeyê hedef girt, di encamê de 2 kes şehîd bûn.