Karwana Hêvîyê li Efxenistanê Camîya Eqsayê vekir

Karwana Hêvîyê ku li Efxenistanê projeyên cuda lidar dixe, Camîya Eqsayê ku dest bi lêkirina wî kiribûn dawî kir û bi duayan ji îbadetê re vekir.
Camîya Eqsayê bi mîmarîya xwe dişibe Kubbetûs Sahrayê, û li herêma Melîkdîna ku girêdayê bajara Gaznîya Efxenistanê ye.
Hat destnîşankirin ku camî li ser 53 donimê hatîye lêkirin, û beşa ku camîye jî bi beşdarbûna temsîlvanên weqfê ve di bernameyekî de hat vekirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cafer Okmen derheqê projeyê de axivî û weha got, “Ev cîhê ku em li vê derê ne kompleksekî medreseyê ye û li ser 53 doniman hatîye çêkirin… Di nav vê kompleksê de cîhên ku wê xwendekar perwerdehîyê bibînin, beşên civakî û tiştên cuda hene. Ew ê li vê derê perwerdehîya meslekî jî werin dayîn. Me Camîya Eqsayê jî di nav vê kompleksê de lêkir. Em ji bexşvanên xwe re jî ji ber bexşên wan ên bixêr sipasîyan dikin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Zebîhullah Mucahîd, berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, Serokê Emrîkayê Donald Trump ji bo vegerandina Binkeya Hewayî ya Begramê rexne kir.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 65 hezar û 382an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 166 hezar û 985 kesan.
Di bomberdmana rejima sîyonîst a ku ji serê sibehê ve li Xezzeyê pêk tîne de 18 Filistînî şehîd bûn.