Li Pakistanê avahiyek şeş qatî hilweşiya: 3 mirî, 14 birîndar
Li parêzgeha Sindh a li başûrê Pakistanê, ji ber hilweşîna avahiyek ku di bin çêkirinê de bû, sê kes mirin û 14 kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Geo News, li Karaçiya parêzgeha Sindh a başûrê Pakistanê avahiyek şeş qatî ya ku di bin çêkirinê de bû hilweşiya.
Karbidestên lêgerîn û rizgarkirinê ragihandin ku di hilweşîna avahiyê de sê kes mirine û 14 kes birîndar bûne.
Polês ragihand ku 10 kes, tevî xwediyê avahiyê, peymankar û berpirs, bi sûcên ku ji ber xemsariyê dibin sedema mirinê û sûcên din hatine sûcdakirin û çar ji wan hatine binçavkirin.
Serokwezîrê Sindhê Murad Alî Şah ragihand ku destûr hatiye dayîn ku avahî tenê yek qat be, lê ew bi şeş qatan hatiye çêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber baran û bahozên dijwar ên li başûr û başûrê rojhilatê Brezîlyayê, heşt kes mirin.
Di hefteya pêncemîn a Lîga Ewrûpayê ya UEFAyê de, Beşîktaşê Hapoel Beer-Sheva, ekîbek ku nûnertiya rejîma sîyonîst dike, bi skora 2-1 têk bir.
Di qezaya trafîkê ya ku li Cezayîrê pêk hat de 12 kesan canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.