Li Îraqê li dijî gendelîyê operasyon: "Ev tenê destpêk e"
Serokwezîrê Iraqê Alî Zeydî doh ragihand ku operasyona dijî gendeliyê, ku tê de bi dehan siyasetmedar û berpirsên payebilind hatin girtin, tenê merhaleya yekem bû. Hikûmetê tekez kir ku operasyonên li dijî kesên ku çavkaniyên giştî talan dikin ew ê berdewam bikin û gendelî di nav dewletê de nayê qebûlkirin.
Piştî operasyoneke berfireh a dijî gendeliyê ku doh sibê li gelek bajarên Îraqê, bi taybetî li Bexdayê, hat lidarxistin, Serokwezîr Alî Zeydî ragihand ku operasyon ew ê berdewam bikin.
Zeydî di civîna kabîneyê de axivî û diyar kir ku pêla girtinê ya ku siyasetmedar, endamên parlamentoyê û karbidestên payebilind hedef digirin "merhaleya yekem" e, û got ku hikûmet ew ê bi biryardarî hewlên xwe yên ji bo vegerandina çavkaniyên giştî û şerê li dijî gendeliyê bidomîne.
Zeydî diyar kir, "Operasyona li dijî gendeliyê hatiye destpêkirin merhaleya yekem e. Em mecbûr in berjewendiyên gel biparêzin, û em ê li ser vê berpirsiyariyê tawîzê nedin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên dawî de 4 şehîd û 8 birîndar gihîştine nexweşxaneyan. Wezaretê ragihand ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve di êrîşên rejîma sîyonîst de hejmara şehîdan gihîştiye 73 hezar û 58an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 173 hezar û 488an.
Piştî operasyona bejayî û êrîşên asmanî yên artêşa Pakistanê li ser sînorê Efxenistanê, Emîrtîya Îslamî ragihand ku bi dehan sivîl li wîlayetên Paktîka, Paktiya û Kunar hatine kuştin û birîndar kirin. Berdevkê fermî Zebîhullah Mucahîd bi tundî êrîşê şermezar kir û wan wekî "êrîşkariyeke tirsonek" bi nav kir.
Li gorî agahiyan, Emrîka û Îran li hev kirine ku êrîşên hevbeş li dora Tengava Hurmuzê rawestînin û ewlehiya trafîka deryayî vegerînin. Tê texmînkirin ku her du alî roja Sêşemê li Dohaya paytexta Qeterê dest bi danûstandinên teknîkî bikin.