Li Behra Reş keştiya ku karmendên Tirkîyeyê tê de bûn bin av bû
Keştiya barhilgir a bi navê BETUL 8 a bi ala Somalîyê, ku ji Romanyayê genim dibir Misirê, li beravên Bulgaristanê bin av bû.
Wezareta Veguhastin û Ragihandinê ya Bulgaristanê ragihand ku ji keştiya ku 40 mîlên behrî li başûrê rojhilatê Pozê Kaliakrayê bin av bûye, banga alîkariya lezgîn hatiye wergirtin. Ji bo rizgarkirina 12 karmendên Tirkîyeyê yên di keştiyê de ne, operasyoneke berfireh hat destpêkirin.
Hat destnîşankirin ku ji bo xelaskirina karmendan bi tevahî çar keştiyên Tirkîye, Bulgaristan û Romanyayê ligel du helîkopter û balafireke Hêzên Asmanî yên Bulgaristanê ji cîhê herêmê re hatin şandin.
Li gorî çapemenîya navnetewî tê îddîakirin ku keştî di encama teqînekê de bin av bûye jî, rayedarên fermî ev agahî hêna jî piştrast nekirine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji bo Misilmanên Arakanî yên ku bi dehsalan e li Myanmarê rastî cudakarî û tundiya sîstematîk tên, biryara ku ew ê vê hefteyê ji aliyê Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî (DEN) ve were eşkerekirin tê texmînkirin.
Li Efrîqaya Başûr şeva Yekşemê di du êrişên çekdarî yên cuda de bi tevahî 17 kesan canê xwe ji dest dan.
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), ragihand ku tevî ku di ser ragihandina agirbesta li Xezzeyê re salek derbas bûye jî, 360 zarok şehîd bûne û zêdetirî 1.700 zarok jî bi giranî birîndar bûne.