Hate ragihandin ku Mihemed Ebû El-Esed û Quteybe El-Şelabî yên ku li bajarokê Burkin ê Cenîn ê li bakurê Şerîaya Rojava li dijî dorpêça îşxalkeran şer kirin, şehîd bûn.
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser bajarê Cenîn û kampa li wir di roja sêyemîn de berdewam dikin.
Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku mucahidîn Mihemed Ebû El-Esed û Quteybe El-Şelebî piştî şerê çekdarî yê bi hêzên îşxalker re ku zêdetirî 5 saetan dewam kir li bajarokê Burkin ê rojavayê Cenînê şehîd bûn.
Tûgayên Şehîd Îzedîn El Qesam jî ji bo El Esed û El Şelabî yên ku di şer de şehîd bûne peyamek weşand û tekez kir ku planên xwînrêj ên ku dijmin li Şerîeya Rojava dest pê kir, wê êrîş û operasyonên bi êştir bi xwe re bîne.
Li gorî çavkaniyên herêmî, îşxalkeran doh êvarî malek li bajarokê Burkin ê li rojavayê Cenîn dorpêç kirin, di navbera şervanên berxwedêr El-Esed û El-Şelabî de pevçûn derketin, bi balafireke bêmirov gule li malekê reşandin û roketek "Energa" avêtin.
Her wiha şahidan diyar kirin ku hêzên îşxalker bi buldozereke leşkerî hêz şandin bajarokê.
Di êrîşên sê rojan de bi 2 şehîdên nû re, hejmara şehîdên bajarê Cenînê ku zarokek jî di nav de ye, derket 12an û hejmara birîndaran jî 50î derbas kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 47 hezar û 283 kesan û 111 hezar û 472 kes jî birîndar bûn.
Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê, Tevgera Ensarullaha Yemenê careke din wek "rêxistina terorê ya biyanî" bi nav kir.
Hat diyarkirin ku artêşa îsraîlê di roja 57emîn de 8 caran peymana agirbestê ya bi Lubnanê re îhlal kiriye û bi tevahî îhlalên agirbestê gihaştîye 629an.
Kerwana Hêvîyê ya ku li Burundî xebatên xwe yên alîkariyê didomîne, temelê mizgefta ku li ser navê Şehîd Yehya Sinvar ê yek ji pêşengên HAMASê tê çêkirin, bi duayan danî.