Li Efrîqaya Başûr du êrîşên çekdarî: 17 mirî
Li Efrîqaya Başûr şeva Yekşemê di du êrişên çekdarî yên cuda de bi tevahî 17 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya polêsan, li taxa gecekonduyan a Jeffsville ya nêzî paytext Pretoria di xaniyekî de 9 kes ku 3 ji wan jin bûn û li nêzî bajarê Pietermaritzburg ê wîlayeta KwaZulu-Natalê jî di hundirê wesayîtekê de 8 kes bi çekan hatin kuştin.
Derbarê her du bûyeran de ku hêna jî kes nehatiye binçavkirin, tehqîqat berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji bo Misilmanên Arakanî yên ku bi dehsalan e li Myanmarê rastî cudakarî û tundiya sîstematîk tên, biryara ku ew ê vê hefteyê ji aliyê Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî (DEN) ve were eşkerekirin tê texmînkirin.
Keştiya barhilgir a bi navê BETUL 8 a bi ala Somalîyê, ku ji Romanyayê genim dibir Misirê, li beravên Bulgaristanê bin av bû.
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), ragihand ku tevî ku di ser ragihandina agirbesta li Xezzeyê re salek derbas bûye jî, 360 zarok şehîd bûne û zêdetirî 1.700 zarok jî bi giranî birîndar bûne.