Di teqîna ku li rojhilata Efxenistanê pêk hat de zarokek canê xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Aryuba Cacayîya wîlayeta Paktîayê, cîsmekî ku ji herbên berê maye teqîya, di encamê de zarokekî canê xwe ji dest da, pênc kes jî birîndar bûn.
Berdevkê polêsê wîlayetê Munîb Zadran, di daxuyanîya ku belav kir de, destnîşan kir ku zarokên axê cîsmekî dibînin û pê dileyîzin, encax di demeke kin de ew cisîn diteqe û zarok li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dide, pênc zarok jî birîndar dibin, ji wan birîndaran rewşa sêheban jî giran in.
Efxenistana ku bi herbên salane berdewam kirine hatîye tehrîpkirin, welatekî ku bi mayînan hatîye qirêjkirin e, her meh bi dehan zarok canê xwe ji des didin an jî seqet dimînin.
Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî yê Neteweyên Yekbûyî, li gorî rapora ku meha borî belav kir, diyar kir ku li Efxenistanê di nav şeş mehên ewil a sala 2024an de 292 kes ji ber mayîn û cîsmên ku teqîyane canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Parastinê ya îşxalkeran der barê windahîyên xwe yên leşkerî de daxuyanî da. Wî da zanîn ku 841 îşxalker hatine kuştin.
Li herêma Potosîyê otobûseke rêwîyan ji pirê ket xwarê di encamê de 19 kes mirin, 9 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşên artêşa îşxalê ya ku bihesaba ew ê li gorî peymana agirbestê wê ji Libnanê derketana lê ew ji herêman derneketin de kesekî şehîd kirin, 7 kesan jî birîndar kirin.
Sîyonîstên îşxalker, li Beyt Emîra bakurê El Xelîla Şerîaya Rojavayê êrîşî gelek tax û kolanan kir, di encamê de 20 kesan desteserkir.