Li herêma Sulawesîya Rojavaya Endonezyayê hezaz pêk hat, di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku hezaz li herêma Mamujuyê pêk hat, herî kêm çar kes canê xwe ji dest dan, çar kes jî giran birîndar bûn.
Serokê Ajansa Pêşgirtina Afetê ya Herêma Mamujuyê Taslîm Sukrino, got ku hezaz li gundê Mamunyuyê piştî baran ku ji heşt seatî zêdetir barîyaye pêk hatîye.
Li gorî rapora pêş a rayedaran, ji çar kesên ku mirine yek jê pitikekî yek mehî ye. Di encama hezazê de 2 xanî jî di bin axê de man.
Mirovên birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve hatin tehlîyekirin û ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Rayedaran, diyar kirin ku ew ji bo tehlîyeyê personelan dane wezîfedarkirin encax ji ber di warê ragihandinê de astengkirina enqaza hezazê û ketina daran pêvajoyê dike nav zor zehmetîyê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Parastinê ya îşxalkeran der barê windahîyên xwe yên leşkerî de daxuyanî da. Wî da zanîn ku 841 îşxalker hatine kuştin.
Li herêma Potosîyê otobûseke rêwîyan ji pirê ket xwarê di encamê de 19 kes mirin, 9 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşên artêşa îşxalê ya ku bihesaba ew ê li gorî peymana agirbestê wê ji Libnanê derketana lê ew ji herêman derneketin de kesekî şehîd kirin, 7 kesan jî birîndar kirin.
Sîyonîstên îşxalker, li Beyt Emîra bakurê El Xelîla Şerîaya Rojavayê êrîşî gelek tax û kolanan kir, di encamê de 20 kesan desteserkir.