Li Fransayê Felaketa germahiyê: 13 kes xeniqîn, li 49 herêman alarma sor hat dayîn
Pêla germahiyê ya zêde li seranserê Fransayê bûye sedema mirinan. Ji dawiya hefteyê ve sêzdeh kes piştî ku ji bo sarbûnê ketine nav avê mirine û li piraniya welat asta hişyariya herî bilind hatiye ragihandin.
Fransa ragihand ku ji dawiya hefteyê ve 13 kes dema ku hewl didan xwe hênik bikin û ji ber germahiya zêde di nav derya, gol û çeman de xeniqî ne.
Jerome Boulanger, berdevkê Ajansa Ewlekariya Sivîl a Neteweyî, ji medyaya herêmî re axivî û diyar kir ku yek ji miriyan ciwanekî 17 salî ji Poitiers bû, yê din jî zarokekî 13 salî ji parêzgeha Seine-et-Marne bû.
Ajansa meteorolojiyê ya Fransayê Meteo-France ji ber tesîrên germahiya zêde yên berdewam, asta hişyariyê li 49 parêzgehan bo sor û li 40 parêzgehan bo porteqalî bilind kir.
Rayedaran ji welatiyan, bi taybetî ji kal û pîr, zarok û kesên bi nexweşiyên kronîk, xwestin ku heya ku bi tevahî ne hewce be, ji derketina derve dûr bisekinin û di demjimêrên herî germ ên rojê de baldar bin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Efxenistanê ji bo nûavakirina rêyan peymanek mezin îmze kir ku fîyeta wê nêzîkî 20 milyon dolarê Amerîkî ye.
Berdevkê Hamasê Hazim Qasim ragihand ku di hevdîtinên bi Qeter, Misir û Tirkîyeyê re derbarê pêkanîna plana aştiyê ya ji bo Xezzeyê de lihevkirinên girîng hatine kirin. Qasim diyar kir ku divê navbeynkar zextê li rejîma sîyonîst bikin da ku pêvajo ber bi pêş ve biçe.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku hejmara şehîdên li welat di encama êrîşên rejîma sîyonîst de gihîştiye 4 hezar û 175 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 12 hezar û 164 kesan.