Li Lubnanê hejmara şehîdan gihîştiye 4.175 kesan
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku hejmara şehîdên li welat di encama êrîşên rejîma sîyonîst de gihîştiye 4 hezar û 175 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 12 hezar û 164 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku hejmara şehîdên ku di êrîşên rejîma sîyonîst a li ser Lubnanê de ji 2ê Adarê ve hatine kirin gihîştiye 4 hezar û 175 kesan. Li gorî daneyên wezaretê, di heman heyamê de 12 hezar û 164 kes jî birîndar bûne.
Di raporê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de 49 şehîdên nû hatine qeydkirin, û li deverên ku ji êrîşan tesîrdar bûne operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Parastina Sivîl a Lubnanê her wiha ragihand ku cenazeyên 13 şehîdên ku di bin kavilên deverên Nabatiye û Merceyûn de asê mabûn, hatine dîtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Efxenistanê ji bo nûavakirina rêyan peymanek mezin îmze kir ku fîyeta wê nêzîkî 20 milyon dolarê Amerîkî ye.
Berdevkê Hamasê Hazim Qasim ragihand ku di hevdîtinên bi Qeter, Misir û Tirkîyeyê re derbarê pêkanîna plana aştiyê ya ji bo Xezzeyê de lihevkirinên girîng hatine kirin. Qasim diyar kir ku divê navbeynkar zextê li rejîma sîyonîst bikin da ku pêvajo ber bi pêş ve biçe.
Pêla germahiyê ya zêde li seranserê Fransayê bûye sedema mirinan. Ji dawiya hefteyê ve sêzdeh kes piştî ku ji bo sarbûnê ketine nav avê mirine û li piraniya welat asta hişyariya herî bilind hatiye ragihandin.