Li girtîgeheke Ekvadorê îsyan: 8 kes mirin
Di girtigeheke Ekvadorê de, di îsyanên li girtîgehekê de 8 girtî mirin.
Xizmeta Lênihêrîna Berfireh a Neteweyî ji bo Sûcdarên Mezin û Ciwanan (SNAI) ragihand ku heşt girtî di du serhildanên cuda de li girtîgehên li parêzgehên Cotopaxi û Pichincha yên herêma Andê ya Ekvadorê mirine.
Li gorî daxuyaniyên fermî, çar girtî li Girtîgeha Cotopaxi Jimare 1 li Latacunga mirine, û çar kesên din jî li Navenda Ragirtina Demkî ya Pichincha Jimare 1, ku wekî Girtîgeha El Inca jî tê zanîn, li Quito mirine.
SNAI diyar kir ku 10 kesên din birîndar bûne û dermankirina wan didome.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku nasnameya kesên ku tê îdiakirin tevlî bûyerê bûne hatiye diyarkirin û ew ê ji bo El Encuentro, girtîgeheke ewlehiya bilind a li herêma peravê Santa Elena, werin veguhastin.
SNAI her wiha diyar kir ku Bloka Ewlekariyê, ku ji Polîsên Neteweyî û Hêzên Çekdar pêk tê, protokolên ewlehiyê bicîh anîn û li zindanên bandordar operasyon pêk anîn da ku aramiyê biparêzin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Kenyayê avahiyek 18 qatî hilweşiya, û tê bawerkirin ku gelek kes di bin xirbeyan de mane.
Li bakurê rojavayê Îranê sê kes ji ber lehîyê mirin.
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku Rûsya amade ye bi Ukraynayê re lihevkirinekê bike, lê dixwaze lihevkirinek aştiyê ya daîmî hebe ku ewlehiya herdu welatan garantî bike, ne agirbestek demkî be. Her çend Pûtîn nîşan da ku ew vekirî ye ku danûstandinên sêalî bi navbeynkariya Emrîkayê ji nû ve dest pê bikin jî, pirsgirêkên axê û şert û mercên ewlehiyê xalên sereke yên nakokiyê ne ku rê li ber çareseriyê digirin.