Li Hindistanê otobûs kete nav qenalê: 7 mirî, 9 birîndar
Li wîlayeta Rajasthan a Hindistanê, otobûsek ji rê derket û kete nav qenalek, di encamê de heft kes mirin û neh kes birîndar bûn.
Li Hindistanê, li wîlayeta Rajasthanê qezayek otobûsê çêbû û li gorî agahiyên destpêkê 7 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.
Li gorî rojnameya Hindustan Times, otobûsek ku nêzîkî 20 heciyên ji wîlayeta Madhya Pradesh hildigirt li herêma Kota ya wîlayeta Rajasthanê qeza kir.
Ji ber ku otobûsek ji rê derket û ket nav qenalek 6 metre kûr, di encama qezayê de heft kes mirin û neh kes birîndar bûn.
Rayedaran diyar kirin ku piştî eberdayînê ji herêmê re çar ambûlans hatine şandin.
Li gorî agahiyan, birîndar ji bo dermankirinê birine nexweşxaneyên derdorê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Fransayê, tevgera "Êlegên Bizer", ku ji aliyê gelek beşên civakê ve tê piştgirîkirin, di nav de xwendekarên lîseyê, cotkar û çalakvanên avhewayê, li sedan deverên cuda xwepêşandanan li dijî lêçûna bilind a jiyanê li dar dixe.
Li Fransayê, plana siyasetmedara rastgir a tundrew Marine Le Pen a ji bo lidarxistina referandûmekê li ser qanûnek ku ew ê hêdî hêdî serpoşên jinên Misilman qedexe bike ger ew were ser desthilatê, rastî rexneyan hatiye. Pêşniyara qedexeyê, ku wê ji zanîngeh û rêxistinên werzîşê bigire heya avahiyên giştî, li ser medyaya civakî bûye sedema nerazîbûnê, û rexnegir dibêjin ku ew Misilmanan hedef digire lê sembolên din ên "dînî" yên wekî kippah Cihûyan nagire nav xwe.
Hejmara şehîdên Filistînî yên ku di êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst de li ser Xezzeyê mirine gihîştiye 74 hezar û 469 kesan, hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 492 kesan. Di 24 saetên dawî de 6 şehîd û 43 birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.