Li Kenyayê balafireke ku 12 rêwiyên wê hebûn ket xwarê
Desteya Hewayî ya Sivîl a Kenyayê (KCAA) ragihand ku balafireke ku 12 kes tê de bûn li navçeya Kwale li başûrê welat ket xwarê.
KCAA ragihand ku balafir dema ku ji Diani ber bi Kichwa Tembo ve diçû ket xwarê. Bi tevahî 12 rêwî di balafirê de bûn.
Her çend hîn jî derbarê sedema qezayê de ti zanyariyek nehatiye dayîn jî, hate ragihandin ku ekîbên ku çûne cihê bûyerê lêkolîn dane destpêkirin.
Rayedaran destnîşan kirin ku tîm li herêmê ji bo diyarkirina sedem û bandorên qezayê xebata xwe didomînin.
Derbarê rewşa kesên di balafirê de ti daxuyaniyek fermî nehat dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Artêşa Emrîkayê, çar kelekên ku dihat îddîakirin li Okyanûsa Pasîfîka Rojhilat tiryakê bar dikirin bombebaran kir, di encamê de 14 kesan canê xwe ji dest dan.
Li peravbên rojavaya Lîbyayê kelekek binav bû, di encamê de 18 kes mirin, herî kêm 18 kes jî birîndar bûn.
Tûgayên Qessam, daxuyand ku ew ji ber îxlalên rejima îşxalker teslîmkirina cesedekî êsîrê sîyonîst taloq kirine.
Di êrîşên hewayî û topxaneyî yên ku hêzên îşxalker îşev li dijî Xezzeyê kirin û agirbest îxlal kirin de herî kêm 17 kes şehîd bûn û 50 kes jî birîndar bûn.