Li Koreya Başûr balafira herbê ket xwarê: 2 mirî, 2 winda

Li bajara Pohanga Koreya Başûr, balafireke herbê ku ji çîyayekî re çar kesan dibir ket xwarê.
Wezareta Parastina Koreya Başûr, îfade kir ku li bajara Pohangê balafireke herbê ket xwarê.
Li gorî çapemenîya mehellî, balafira dewrîyeya behrê ya ji tîpa P-3yan ku aîdê Hêzên Behrê ye, bi tevî çar mirettebatên xwe ji bona perwerdehîyê ji baregeha leşkerî firîya, encax ji ber sedemeke ku hêj nediyare li nêzê baregehê ket xwarê.
Li alîyê dûman bilind bû, ekîbên îtfaîyeyê gihaştin herêmê û şewata ku derket vemirandin.
Di bûyerê de candayîneke sîvîl pêk nehat, encax ji çar mirettebatan 2 kes canê xwe ji dest dan, kê hêna jî du kes winda ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Konseya Sîyasî ya Bilind ê Yemenê Mehdi el-Meşat weha got, “Em ji bo balafirên sîyonîstên dijmin xwedî qabîlîyetek in. Di demeke nêz de em ê derheqê van balafiran de geşedanîyên kêfxweş bi gelê xwe re parve bikin.”
Li nêzê Girava Hokkaidoya bakurê Japonyayê di mezinahîya 6,1an de erdhejek çêbû.
Li Şilîya Nîjeryayê ji ber barana barîya, lehîyeke mezin çêbû. Rayedaran îfade kirin ku di encama lehîyê de herî kêm 150 kesan canê xwe ji dest dan.
Di êrîşeke ku li bakurê Xezzeyê û Xan Yûnisê hat lidarxistin de malbatekî bi temamî tune bû, 7 kes şehîd bûn.