Li Lubnanê sê tankên sîyonîst hatin îmhakirin û herî kêm çar leşker hatin kuştin
Di pevçûnên li başûrê Lubnanê de, Hîzbullahê ragihand ku sê tankên Merkawa yên rejîma sîyonîst ji holê rakirine û herî kêm çar leşker kuştine. Lêbelê, medyaya îsraîlê piştrast kir ku di pevçûnan de gelek leşker hatine kuştin û birîndar bûne.
Li başûrê Lubnanê di navbera rejîma sîyonîst û Hîzbullahê de şer û pevçûnên tund berdewam dikin.
Li gorî daxuyaniyekê ji aliyê Hîzbullahê ve, yekîneyeke leşkerî ya girêdayî rejîma sîyonîst dema ku hewl dida ber bi Girê Alî Tahir ve biçe, kete kemînê û rastî pevçûnên rasterast hat.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku sê tankên Merkawa yên hedefgirtî bi mûşekên rêberkirî hatine wêrankirin û agir pê ketiye. Her wiha hat diyarkirin ku yekîneyeke duyemîn a rizgarkirinê ku hewl dida ber bi herêmê ve biçe, bi êrîşên roket û hawanan hatiye hedefgirtin.
Li gorî raporên di çapemeniya îşxalker de hatîye weşandin, Tabûra 52an a Tûgaya Zirxî ya 401an a artêşa rejîma sîyonîst di pevçûnên li başûrê Lubnanê de kete kemînê û di encamê de herî kêm çar leşker hatin kuştin û gelekên din jî birîndar bûn.
Hinek rayedarên herêmî mirina leşkerekî din ê li herêmê xizmet dikir jî piştrast kirin. Li gorî agahiyan, pevçûn tevahiya şevê dijwartir bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Parastinê ya Efxenistanê ragihand ku hêzên hewayî yên Efxenistanê li seranserê sînor veşartgehên DAIŞê kirin hedef.
Serokê Parlamentoya Îranê Muhammed Baqir Qalibaf û Serokkomar Mesûd Pezeşkîyan, di daxuyaniyên piştî peymana ku bi Washingtonê re hat îmzekirin de tekez kirin ku li ser berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê û mafên cepheya berxwedanê tawîz nayê dayîn. Qalibaf diyar kir, "Destên me li ser tetikê ne; em amade ne ku bi biryardarî bersiva dijmin bidin."
Alîkarê Serokê Emrîkayê JD Vance bi tundî rexne li endamên hikûmeta rejîma sîyonîst kir ku li hember peymana bi Îranê re hatî kirin bertekên xerab nîşan dan. Vance diyar kir ku piraniya çekên ku rejîma sîyonîst di mehên dawî de diparêzin ji hêla Emrîkayê ve hatine hilberandin û fînansekirin. Medyaya îsraîlê ragihand ku van gotinan li Tel Avîvê "tesîra şokê" çêkirine.