Li Meksîkayê qezayeke zîncîrî pêk hat: 21 mirî

Li Meksîkayê qamyonekî çîmentoyê, otobûsek û mînîbûsek li hev qelibîn, di encama qezayê de 21 kesan canê xwe ji dest dan.
Qeza, li sser rêya Cuacnopalan-Oaxacaya Pueblayê pêk hat.
Hat îfadekirin ku li Meksîkayê qamyonekî çîmentoyê dema ku dixwaze mînîbûsa li pêşîya xwe derbas bike qeza çêdibe, herî kêm 21 kes dimrin.
Li gorî îddîayan qamyon dema ku mînîbûsa pêşîya xwe derbas dike li otobûsekî diqelibe, dûre jî bi mînîbûsekî dinê re serî li serî li hev diqelibin û gêrê şerempolê dibe, dişewite.
Di encama qezayê de 18 kes li cîhê bûyerê, 3 kesên dinê jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest didin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşên artêşa îşxalker a li ser Xezzeyê de rojnamevanekî dinê jî hat kuştin.
Hêzên îşxalker, li bajaroka Tammuna Tubasê, malekî dorpêç kirin û bi topan hedef girtin, di encamê de 4 Filistînîyan şehîd kir.
Êş û xemgîniya "Belaeta Mezin Nekbe" ku wek navê çewsandin, qetlîam û koça bi darê zorê ya ku piştî îşxala siyonîstan li ser axa Filistînê dest pê kir, ev 77 sal in didome.
HAMAS diyar kir ku rejîma îşxalker bi bikaranîna birçîbûnê wekî çek li dijî zêdetirî 2 mîlyon Filistîniyên li Xezzeyê sûcê qirkirinê dike.