Di êrîşa li dijî baregeheke leşkerî ya li wîlayeta Borno ya li bakurê rojhilatê Nîjeryayê de 27 leşker canê xwe ji dest dan û gelek leşker jî birîndar bûn.
Artêşa Nîjeryayê ragihand ku endamên Boko Haram li wîlayeta Bornoyê li dijî baregeheke leşkerî êrîşeke xwekujî pêk anîn.
Hat diyarkirin ku di êrîşê de 27 leşkeran canê xwe ji dest dane û gelek leşker jî birîndar bûne.
Ji ber êrîş û pevçûnên li welat bi sed hezaran kes mecbûr mane koç bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêma Sulawesîya Rojavaya Endonezyayê hezaz pêk hat, di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
Ofîsa Çapemenîya Hikûmetê li Xezzeyê got ku nifûsa Filistînî ya ku li Xezzeyê û bajarên wê yên bakur dijîn, ji ber ku bi sed hezaran koçber sibeha Duşemê dest bi vegerê kirin, lazimatîya wan a bi lezgînî ji 135.000 çadir û konteyniran re heye.
Di teqîna ku li rojhilata Efxenistanê pêk hat de zarokek canê xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn.
Gelê Xezzeyê di çarçoveya peymana agirbestê ya ku di navbera HAMAS û rejima îşxalker de hatîye îmzekirin de, li gorî seatên mehellî ji seat 07.00an şûnve dest bi derbasbûna Bakur kirin.