Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: 9 mirî, 4 birîndar

Li wîlayeta Bornoya bakurrojhlilata Nîjeryayê, êrîşeke çekdarî hat lidarxistin, di encamê de 9 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Wîlayeta Bornoyê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku li Maiduguriyê paytexta wîlayetê, ji teref mirovên çekdar ve êrîş li herêma Malam Fatoriyê hat lidarxistin.
Hat destnîşankirin ku di êrîşê de 9 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
Li welat ji ber êrîş û pevçûnan bi sedhezaran mirov mecbûrman ku koç bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Emrîkayê Trump diyar kir ku Îran amade ye ji bo danûstandinan û got, "Ez hêvî dikim ku em neçar nebin êrîşî wan bikin." Trump her wiha îddîa kir ku ew dixwaze gelê Îranê dîsa li ser piyan bimîne û armanc dike ku di wextê rast de dorpêçan rake.
Serokwezîrê qaşo yê rejîma sîyonîst Benyamîn Netanyahû got, "Ger Filistînî bixwazin bimînin, dikarin bimînin, lê ger bixwazin biçin, divê bikaribin biçin. Em li ser vê mijarê bi Emrîkayê re pir nêzîk dixebitin. Em nêzîkî razîkirina hinek welatan in."
Îro sibê li Qudsa îşxalkirî, Cihûyan, di bin parastina polêsan de, êrîşî Mizgefta Mescîdî Eqsayê kirin. Sîyonîstan li tirbeya pîroz stranên bi dengekî bilind gotin û reqsên Talmudî pêşkêş kirin.
Berdevkê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam Ebû Ubeyde, piştî kemîna tevlîhev a ku li bakurê Xan Yûnsiê hat lidarxistin daxuyanî da û bal kişand ku ew ê artêşa îşxalê her roj zayîdên giran bide, “Ew bi zorê leşkerên xwe ji cehennemê xelas kirin lê wê carekî dinê wek êsîran bikevin destê me.”