Li Nîjerê êrîş li mizgeftê hat kirin: 71 kes hatin qetilkirin

Li herêma Tîllaberîya Nîjera ku welatê Efrîqaya Rojhilat e, li dijî cemaeta ku piştî nimêjê di hewşa mizgeftê de kom bûbûn êrîş hat lidarxistin, di encamê de 71 kes hatin qetilkirin.
Êrîş, li gundê Mandaya girêdayê wîlayeta Tîllaberîyê pêk hat. Mirovên ku nasnameyên wan nayê zanîn, sîvîlên ku piştî nimêjê li hewşa camîyên bûn hedef girtin. Di êrîşan de 71 kesan canê xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.
Ev êrîşa ku hat lidarxistin di nav mehên dawîn de êrîşa hatî mezin a duyemîn e. Di meha Adarê de jî li gundê Fambîtayê piştî nimêja Înê li dijî camîyê êrîş hatibû lidarxistin, di encamê de 44 kesan canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku agirbesta ku di navbera Îran û rejîma îşxalker a siyonîst de hatiye ragihandin, li gorî dema herêmî saet 07:30an de ketiye meriyetê.
Li gundê Kefr Malika bakurrojhilata Ramallahê, zarokekî Filistînî ji teref hêzên îşxalkeran ve hat şehîdkirin.
Êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê îro jî kêm nebûne. Îşxalkeran bi hedefgirtina sîvîlên ku li benda alîkariyê bûn, 21 Filistînî şehîd kirin, ji şehîdan sê heb bira bûn.