Li Pakistanê êrîş li polêsan hat kirin: 3 mirî
Li herêma Seddar a Peşawerê êrîş li Teşkîlata Polês a Federalê (FC), hat lidarxistin, di encamê de 3 polês canê xwe ji dest dan, 3 êrîşdar jî mirin.
Êrîş, di seat 08.00an de li navenda polês a federal a li Peşawera wîlayeta Xeyber Paxtunwayê hat lidarxistin.
Li gorî çapemenîya medyayê, êrîşdarekî nêzê derê qereqolê hatîye û teqemenîya li ser xwe teqandîye. Dûre jî du êrîşdar bi çekan ketine nav tesîsê. Di encama teqînê de 3 polês canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn. Piştî êrîşê 2 êrîşdar jî hatin kuştin.
Hat îfadekirin ku Cemaat-ul Ahrar xwedî li êrîşê derketîye.
Ji teref Ofîsa Serokatîyê ve daxuyanîyek hat parvekirin û êrîş bi zimaneke tund hat şermezarkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku di êrîşên rejîma îşxalker de li taxên başûrê Beyrûtê herî kêm sê kes şehîd bûne û 25 kes jî birîndar bûne.
Li gorî rayedarên Misirî, şandeyeke Hamasê bi serokatiya Xelîl el-Heyya li Qahîreyê ye da ku li ser derbasbûna merhaleya duyemîn a plana aştiyê ya Xezzeyê û rageşiyên ewlehiyê yên vê dawiyê li Xezzeyê nîqaş bike.
Di erdheja bi lerza 5.7 pileyî de ku li paytexta Bangladeşê qewimî, sê kes mirin.