Li Pakistanê otobûs û mînîbûs li hev ketin: 14 kes mirin, 16 kes birîndar bûn
Li herêma Pencab a Pakistanê qezayek trafîkê çêbû û di encamê de 14 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.
Li gorî rayedaran, di encama lihevketina otobûs û mînîbusekê li parêzgeha Punjab a rojhilatê Pakistanê de, herî kêm 14 rêwî mirin û 16 kes jî birîndar bûn.
Parêzgarê navçeyê Elî Ekber ji çapemeniyê re got ku otobûsa ku lîstikvanan ji Zanîngeha Zanistên Veterîner û Heywanan ji bo pêşbirkek werzîşî dibir Lahorê, li navçeya Jhang bi mînîbusekê re li hev ket.
Li gorî daxuyaniya rayedar, qeza ji ber ku her du wesayît bi leza zêde diçûn çêbûye; yek ji wan hewl dida ku pêşiya traktorekê bigire dema ku ya din jî ji ber traktorekê derbas dibû.
Li gorî daxuyaniya rayedar, neh rêwî li cihê bûyerê, pêncên din jî ji ber birînên xwe li nexweşxaneyê mirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di bûyerên piştî barana zêde ya çend rojan li Efxenistanê de, 12 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Hemasê desteserkirina desthilata îdarî ya Mizgefta XelîlîÎbrahîmî ji teref rejîma sîyonîst ve û veguhestina wê bo "îdareya sivîl" a qaşo îşxalker wekî gaveke pir talûke ber bi Cihûdkirinê ve ku nasnameya Îslamî û Erebî ya El Xelîlê hedef digire, wesifand.
Tomarên dengî yên derketî holê û bi sedan belgeyên nehênî eşkere kirin ku efserên leşkerî yên payebilind ên rejîma Esed a hilweşiyayî plan dikirin ku êrîşeke çekdarî li Sûriyê bidin destpêkirin û hikûmeta nû ya li Şamê bikin hedef.
Li nêzîkî Nablusê, li Şerîaya Rojava, hêzên îşxalker ciwanek kuştin û yekî din jî birîndar kirin.