Li Pakistanê li dijî komên çekdar operasyon: 27 mirî
Li wîlayeta Belucistanê ji teref artêşa Pakistanê ve li dijî çekên çekdarî operasyon hat lidarxistin, di encamê de 27 mîlîtan hatin kuştin.
Di daxuyanîya ku ji teref çavkanîyên ewlehîyê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku li herêma Mastung a Belucistanê bi piştgirîya îstîxbaratê operasyonek hat lidarxistin, di encamê de 27 mîlîtan hatin kuştin.
Hat destnîşankirin ku di merhaleya ewil de 15 mîlîtan, di merhaleya duyemîn de jî 12 mîlîtan hatin kuştin.
Di encama opersyonê de gelek çek, cebilxane û teqemenî jî hatin bidestxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bakurê Çînê di avahîyekî de şewatek derket, di encamê de 14 kes mirin.
Her çiqas îxlalkirinên peymana agirbestê li Şerîda Xezzeyê berdewam dikin jî, gelek kes ji ber hilweşîna girên qûm û ax li ser konên ku Filistîniyên koçber lê bûn li Dêr el-Belah hatin kuştin û birîndar bûn.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî bang li rêveberîya Emrîkayê kir ku "pêşniyara du rojî" ya Tehranê qebûl bike û got, "Dengdêrên Amerîkî hilbijartina xwe kirine. Niha dora Qesra Spî ye ku hilbijêre."