Li Xezzeyê di nav 24 seatan de 103 şehîd: Hejmarê şehîdan derket 55 hezar û 200î

Wezareta Tenduristîyê, daxuyand ku ji 7ê Cotmehê vir ve di êrîşa rejima îşxalker de hejmarê şehîdan derket 55 hezar û 107an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 127 hezar û 821an.
Li Xezzeyê êrîşên terorîstên sîyonîstan bênavber berdewam dike, bîlançoya însanî ya li herêmê roj bi roj zêdetir dibe.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta tenduristî ya Filistînê ve hat belavkirin, di nav 24 seatên dawîn de 103 kes şehîd bûn, 427 kes jî birîndar bûn.
Wezaret, îfade kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve ku êrîşên li dijî Xezzeyê hatin destpêkirin, hejmarê şehîdan gihîşt 55 hezar û 207an, hejmarê birîndaran jî gihîşt 127 hezar û 821an. Tenê ji 18ê Adarê vir ve di encama êrîşan de 4 hezar û 924 kes şehîd bûn, 15 hezar û780 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku li herêmê sîstema tenduristîyê hilweşîyaye, nexweşxane êdî qîm nakin û gelek birîndar jî nikarin bighêjin tedawîyê. Wezareta Tenduristîyê, ji raya giştî ya navneteweyî re bang kir ku bila êrîşa îşxalê bidin sekinandin û sîvîlan biparêzin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di operasyona "Weda Sadiq 3" de ku wekî bersivek li êrîşa rejîma sîyonîst a li ser Îranê dest pê kir, Îranê 9 herêmên cuda, di serî de Tel Aviv, hedef girt.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Mersînê Faruk Dînç beşdarî tevgera wijdanê ya navneteweyî ku li Misirê bi daxwaza gihandina alîkariya mirovî bo Xezzeyê û vekirina Deriyê Sînor ê Refahê hat lidarxistin bû.
Berdevkê Baskê leşkerî yê HAMASê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam Ebû Ubeyde, êrîşên rejima îşxalker a li ser Îranê şermezar kir û got, “Ev êrîş, Encama sekina Îranê ya li cem gelê Filistînê û berxwedana wî ya birûmet e.”
Meşa navneteweyî ya ku ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Refahê li dijî qirkirina rejîma siyonîst li Xezzeyê hatiye destpêkirin, li Misirê berdewam dike. Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, Alîkarê Serokê Weqfa Karwana Hêvîyê Erdal Elûbûyûk û Alîkarê Serokê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Abdulqudûs Yalçin jî beşdarî meşê dibin.