Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 56an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 56an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 123 hezar û 129 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 79 şehîd û 163 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 3 hezar û 901 kes şehîd bûn, 11 hezar û 88 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 84an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 123 hezar û 308 kesan.
Ji ber baran û bahozên dijwar li Pakistanê neh kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn.
Di êrîşa li ser navenda belavkirina alîkariyê ya li bajarê Refahê de 3 Filistînî hatin kuştin û 46 kes jî birîndar bûn.
Rûsya, piştî biryara artêşa Elmanya ku ew ê li Lîtvanyayê leşkeran bicîh bikin, li Behra Baltikê tetbîqetek dan destpêkirin.