Rejîma îşxalker a sîyonîst li Xezzeyê êrîşî navenda alîkariyê kir: 3 şehîd, 46 birîndar

Di êrîşa li ser navenda belavkirina alîkariyê ya li bajarê Refahê de 3 Filistînî hatin kuştin û 46 kes jî birîndar bûn.
Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê li Xezzeyê ragihand ku sîvîlên birçî yên ku li navenda belavkirina alîkariyan kom bûbûn, ji teref hêzên rejîma terorîst ve bi guleyên rastîn hatine hedefgirtin.
Ji ber êrîşê hêna jî heft kes winda ne.
Rayedaran tekez kirin ku rejîma terorê ya sîyonîst bi van êrîşan bi zanebûn sîvîlan hedef girtiye û ev beşek ji planeke sîstematîk a qirkirin û koçberkirina bi darê zorê ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku tiştê ku li Refahê qewimî "komkujiyeke xwînsar û sûcê şer" e.
"Weqfa Alîkariya Mirovî ya Xezzeyê" ku tê texmînkirin ku ji teref Emrîka û rejîma terorîst îsraîl ve tê piştgirîkirin û di rojên dawî de dest bi çalakiyên xwe kiriye, bi kaosa ku li xalên belavkirina alîkariyan hat jiyîn derket pêş.
Li gorî raporên medyaya herêmî, dema ku bi hezaran Filistînî ber bi navendên belavkirinê ve diherikin, tê gotin ku efserên Amerîkî gule ber bi hewayê ve reşandine.
Hat îddîakirin ku ev weqf bi armanca jiholêrakirina NY û rêxistinên din ên alîkariyê yên serbixwe hatiye damezrandin. Rêveberê Cîbicîkar ê rêxistinê Jake Wood, ragihand ku wî rojek berî ku dest bi kar bike îstifa kiriye, û got ku "wî nexwest bibe amûrek ji bo planeke ku bi prensîbên mirovî re ne lihevhatî ye".
Hikûmeta li Xezzeyê bang li NY û civaka navneteweyî kir ku bi lez mudaxele bikin, daxwaz kir ku deriyên sînor bê sînorkirin werin vekirin, rê bê dayîn ku ajansên alîkariyê bi azadî bixebitin û komîteyên lêpirsînê yên navneteweyî yên serbixwe ji bo Xezzeyê werin şandin.
Her wiha hate tekez kirin ku rejîma îşxalker a sîyonîst bi astengkirina herikîna alîkariyan birçîbûn wekî çek bikar aniye û ev sûcek li dijî mirovahiyê ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat destnîşankirin ku îşxalkerên sîyonîst, xwest ku Nexweşxaneya El-Avdeya li bakurê Xezzeyê bê valakirin û xizmet bê dawîkirin.
Artêşa rejima îşxalker, daxuyand ku di pevçûnên li Xezzeyê de efserekî mirîye, 4 leşker jî birîndar bûn. Encax agahîyên ku di nav 24 seatên dawîn de ji sehayê têne bidestxistin nîşan dide ku rejim zayîadên xwe bi sîstematîkî veşêr dide.
Desteya Ewlehiya Berhemên Xurek û Xerîdar a Hollandayê (NVWA) ragihand ku piştî ku şopên esrarê di hinek berhemên wê de hatin dîtin, hemû stokên berhemên Haribo yên li welat ji bazarê hatine vekişandin.
Emrîka, daxuyand ku rejima sîyonîst, pêşnîyaza agirbesta li Xezzeyê qebûl kirîye. Hat destnîşankirin ku HAMASê hêj pêşnîyazê qebûl nekirîye, di pêvajoya lêkolînê de ye û hevdîtin berdewam dikin.