Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 74 hezar û 615 kesan
Hejmara şehîdên Filistînî di êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst de ku di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kirin, gihîştiye 74 hezar û 615 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 899 kesan. Di 48 saetên dawî de 6 Filistînî şehîd bûn û 27 kes jî birîndar bûn.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFA, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hejmara giştî ya şehîdên Filistînî gihîştiye 74.615an. Hejmara birîndarên di êrîşan de wekî 175.899 hatiye qeydkirin.
Li gorî rapora herî dawî ya ku ji hêla çavkaniyên tenduristiyê ve hatiye weşandin, di 48 saetên dawî de şeş şehîd û 27 birîndar ji nexweşxaneyên li Şerîda Xezzeyê re hatine veguhastin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêma Çîyayê Everest a Nepalê, du helîkopterên ku dixwestin dakevin, li hev ketin û di encamê de kesek mir û yek jî birîndar bû.
Li Girava Qeşm a li Tengava Hurmuzê li pey hev pênc teqîn çêbûn. Medyaya Îranî ragihand ku hinek niştecihên giravê du balafir li ezman dîtine, di heman demê de Wall Street Journal a Amerîkî, bi îddîaya rayedarên Amerîkî, diyar kir ku girav rastî êrîşa hewayî hatiye.
Rejîma îşxalker piştî ku di serdegirtina bajarokê Dura yê El Xelîlê de 21 Filistînî girtin, serbest berdan. Di heman demê de, li gundê El-Burcê, xaniyek ku 15 kes, piraniya wan zarok bûn, bi zorê hate valakirin û veguherî baregeheke leşkerî.