Li Xezzeyê hejmarê şehîdan gihîşt 74 hezar û 480î
Hejmara şehîdên êrîşên hêzên îşxalker ên sîyonîst li ser Xezzeyê gihîştiye 74 hezar û 480 kesan û 175 hezar û 539 kes jî birîndar bûne.
Di 24 saetên dawî de 5 şehîd û 22 birîndarên din ji nexweşxaneyan re hatin rakirine. Ji dema ku agirbest dest pê kiriye ve, hejmara şehîdan gihîştiye 1522 kesan.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên tenduristî yên ku ajansa fermî ya nûçeyan a Filistînê WAFAyê behs kiriye, hejmara şehîdan li Şerîda Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve zêde dibe. Hejmara şehîdan gihîştiye 74.480î û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175.539an.
Nexweşxaneyên li Xezzeyê di 24 saetên dawî de cenazeyên pênc şehîdan wergirtin. Çar ji wan di êrîşên dawî de şehîd bûn, yek jî ji ber birînên xwe yên berê şehîd ketîye. Di heman demê de, 22 birîndar jî ji nexweşxaneyan re hatine rakirine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Fransayê, ji ber ku xwepêşandanên "Êlegên Bi zer" ên li dijî lêçûna bilind a jiyanê û bihayên sotemeniyê ji nû ve dest pê kirin, alozî zêde bû. Serokwezîrê Fransayê Sebastien Lecornu ragihand ku li Parîsê zêdetirî 2.000 kes hatine binçavkirin, 150 polês birîndar bûne û kesek jî miriye.
Di encama teqîna bombeyeke vedayî li Lîbyayê de herî kêm 8 kesan canê xwe ji dest dan.
Weqfa Êtîman ji bo piştgiriya pêdiviyên mamayên pitikan li Xezzeyê kampanyayek da destpêkirin. Weqf temînkirina mamayê ji bo yek pitikî 1000 TL destnîşan kiriye û armanc dike ku bi kampanyayê bigihîje 5.000 bexşvanan.