Li Xezzeyê hemû firin hatin girtin: Arvan û sotemenî qedîya

Serokê Komeleya Firinên Xezzeyê Abdulnasir El-Acarîmî, weha got, “Hemû firinên ku Bernameya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) destekê dida wan hatin girtin. Ev rewş, nîşan dide ku herba birçîhiştinê ji nû ve dest pê kirîye.”
Ji ber dorpêça rejima îşxalker a sîyonîst a li dijî Xezzeyê arvan û sotemenî dawî bû.
Firinên li Xezzeyê ji fealîyetên xwe re dawî dan.
Serokê Komeleya Firinên Xezzeyê Abdulnasir El-Acarîmî, weha got, “Hemû firinên ku Bernameya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) destekê dida wan hatin girtin. Ev rewş, nîşan dide ku herba birçîhiştinê ji nû ve dest pê kirîye.”
El-Acarîmî, sedema van girtinan jî wek, “Ji ber ambargo û dorpêça rejima sîyonîst û astengkirina bazirganîyê arvan, sotemenî û maya nayê temînkirin” daxuyand. Xeyn ji vêya Acarîmî weha got, “Ev girtin, şert û mercên jiyana gelê Xezzeyê xerabtir dike. Însanên li wê derê di nav vê herba hovane de di nav rewşekî xerab de ne. Xaza metbexê jî nayê temînkirin.”
Li Xezzeyê rojê 450 ton arvan tê şixulandin û firinên li Xezzeyê lazimatîya ji sedî 50 xelkê encax dikarin temîn bikin.
Ji ber êrîşên rejima sîyonîst gelek firin zerarê dîtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera Ensarullahê ragihand ku îro serê sibê 22 êrîşên esmanî yên Emrîkayê li paytexta Sanaya Yemenê, wîlayetên Marib û Hudeydeyê hatin lidarxistin.
Di êrîşa siyonîstên ku li Beyt Lahiya bakurê Xezzeyê malek kirin hedef de, ji heman malbatê 6 kes û rojnamevan Ehmed Mensûr ku berê birîndar bûbû şehîd bûn.
Serokê Emrîkaya îşxalker Donald Trump weha got, “Kontrolkirina Xezzeyê û xwedîbûna wî ew ê tiştekî baş be.”
Rejima sîyonîst, ji 18ê Adarê vir ve di êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê de ji 500î zêdetir zarokan şehîd kir, hezar û 249 zarokan jî birîndar kir.