Rejima sîyonîst di nav 21 rojan de ji 500î zêdetir zarokan şehîd kir

Rejima sîyonîst, ji 18ê Adarê vir ve di êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê de ji 500î zêdetir zarokan şehîd kir, hezar û 249 zarokan jî birîndar kir.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku ji ber zêdebûna êrîşên rejima îşxalker candayîn zêde bûne û derheqê rewşê de agahîyan parve kir.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji 18ê Adarê vir ve rejima sîyonîst, di êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê de 505 zarokan şehîd kir, 1249 zarokan jî bi cîhên cuda birîndar kir. Xeyn ji vana 271 pîrek û 86 îxtîyaran jî di vê demê de şehîd kirin.
Ji dîroka ku tê qalkirin vir ve tev de 1391 Filistînî, ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve jî tev de 50 hezar û 752 Filistînîyan şehîd kirin, 115 hezar û 475 Filistînîyan jî birîndar kirin.
Artêşa rejima îşxalker, agirbesta ku di 19ê Çileyê de ketibû merîyetê di sibeha 18ê Adarê de xera kirin û ji nû ve dest bi êrîşên xwe yên dijwar kirin. Di vê pêvajoyê de piranîya wan zarok, pîrek û îxtîyar 1391 Filistînîyan şehîd kirin, 3 hezar û 434 kesan jî birîndar kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêma Wadî El-Huceyr a başûrê Lubnanê, di encama bombebarana balafirên bêmirov ên îşxalker de kesek şehîd bû û kesek jî birîndar bû.
Di êrîşên dijwar ên çeteyên îşxalker ên danê sibehê de li ser Xezzeyê pêk anîn de, zarok jî di nav de 17 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
2 micahîdên berxwedêr ên li başûrê Cenîn ê di pevçûnên bi hêzên îşxalker re şehîd bûn.
Komîteya şopandina hêzên neteweyî û Îslamî li Filistînê bal kişand ser vê yekê ku pêşniyara nû ya agirbestê ya rêjîma sîyonîst a îşxalker, bêçekkirina berxwedanê û radestkirina girtîyan ji bo dagirkeriyê ye, lê tu garantiyek derbarê bidawîhatina şerê qirkirinê û vekişîna tam ji Xezzeyê nagire.