Li Xezzeyê ji ber birçîbûnî û bêdermanîyê candayîn zêde dibin

Wezareta Tenduristîya Filistînê ya li Xezzeyê, daxuyand ku li Xezzeyê di nav 2 mehan de 58 kes ji birçîna canê xwe ji dest dan.
Li Xezzeya ku di bin êrîş û dorpêça rejima îşxalker de ye mirinên ji ber birçîna her roj ku diçe zêde dibe.
Wezareta Tenduristîyê, diyar kir ku ji meha Adarê vir ve di nav 2 mehan de herî kêm 58 kesan ji birçîna şehîd bûn.
Rewşa li herêmê, ji 2yê Adara ku rejima îşxalker bi temamî astengî danî ku alîkarîya însanî nekeve hindir vir ve roj bi roj xerabtir dibe.
Wezareta Tenduristîyê, bal kişand ku di vê pêvajoyê de ji 300î zêdetir pîrekên bihemle sebîyên wan jiberwan çûn.
Birçîbûnî û xwarina kêm, bi taybetî di canê pitik û zarokan de dibe sedema zerarên ku dermanbûnîya wan gelek zehmet in.
Sîvîlên ku ji ber birçîbûnîyê canê wan zerarê dîtine û di bin tedawîyê de ne hewceyê tedawîyekî taybet in.
Ji ber êrîşên rejima îşxalker ev ne mimkin e, ji ber vê yekê gelek sîvîl canê xwe ji dest didin.
Li gorî reqemên dawîn li Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve bi dehan mirov ji ber birçîbûnî û bêavîyê canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 84an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 123 hezar û 308 kesan.
Ji ber baran û bahozên dijwar li Pakistanê neh kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn.
Di êrîşa li ser navenda belavkirina alîkariyê ya li bajarê Refahê de 3 Filistînî hatin kuştin û 46 kes jî birîndar bûn.
Rûsya, piştî biryara artêşa Elmanya ku ew ê li Lîtvanyayê leşkeran bicîh bikin, li Behra Baltikê tetbîqetek dan destpêkirin.