Li Xezzeyê di êrîşa îşxalkeran de 13 Filistînî şehîd bûn

Di êrîşên dawî yên sîyonîstên îşxalker ên li ser Xezzeyê de 13 Filistînî ku di nav wan de zarok jî hene şehîd bûn.
Di dewama êrîşên sîyonîstên îşxalker ên ser Xezzeyê de, di 24 saetên dawîn de 13 Filistînî ku zarok jî di nav de hene şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gor jêderên nexweşxanê sîyonîstên îşxalker mal û konekî ku welatiyên sivîl li bajarê Xan Yûnûsê xwe têde bi cih bûne kirine armanc. Di encama van êrîşan de herî kêm 10 kes şehîd bûn.
Di êrîşeke din de li ser kampa penaberan li Xan Yûnis, keçek şehîd bû û gelek kes jî birîndar bûn. Li başûrê bajêr di encama êrîşa balafira bêmirov a îşxalker a li ser cotkaran de 2 Filistînî şehîd bûn.
Her wiha li herêmên bakurê bajarê Refahê ji teref sîyonîstên îşxalker ve bi topên giran û hewayî hatin topbarankirin. Di dema ku avahiyên li herêmê hatin bombekirin, cihên ku sivîl lê dijiyan zirareke mezin dît.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê di êrîşên 24 saetên dawîn de hejmara şehîdan derket 46an. Tevî agirbesta ku di 19ê Çileyê de ket meriyetê jî, îşxalkeran sibeha 18ê Adarê dîsa dest bi êrîşên xwe kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera Ensarullahê ragihand ku îro serê sibê 22 êrîşên esmanî yên Emrîkayê li paytexta Sanaya Yemenê, wîlayetên Marib û Hudeydeyê hatin lidarxistin.
Di êrîşa siyonîstên ku li Beyt Lahiya bakurê Xezzeyê malek kirin hedef de, ji heman malbatê 6 kes û rojnamevan Ehmed Mensûr ku berê birîndar bûbû şehîd bûn.
Serokê Emrîkaya îşxalker Donald Trump weha got, “Kontrolkirina Xezzeyê û xwedîbûna wî ew ê tiştekî baş be.”
Rejima sîyonîst, ji 18ê Adarê vir ve di êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê de ji 500î zêdetir zarokan şehîd kir, hezar û 249 zarokan jî birîndar kir.