Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 475an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 475an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 121 hezar û 398 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 136 şehîd û 364 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 3 hezar û 340 kes şehîd bûn, 9 hezar û 357 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber barana zêde ya li Çînê pênc kesan canê xwe ji dest dan û gelek kes jî winda bûn.
Rejîma sîyonîst, plan dike ku li sînora Urdinê ku 425 kîlometre ye xetek ewlehîyê çêbike. Wezîrê parastinê yê qaşo, vê gavê jî wek “Li hember teşebûsên veguherina cepheyan a ji sînora terorê re ya ji teref Îranê ve gavekî stratejîk e.” Wesifand.
Baskê leşkerî yê HAMASê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam, daxuyand ku micahîdên wan, hêzên îşxalkerên ku li alîyê bakurê Xezzeyê ve dimeşîyan hedef girtin, sê wesayît ketin nav kemînê û gelek leşkerên sîyonîst mirin an jî birîndar bûn.