Îşxalkeran li sînora Urdunê dîwara ewlehîyê lê dikin

Rejîma sîyonîst, plan dike ku li sînora Urdinê ku 425 kîlometre ye xetek ewlehîyê çêbike. Wezîrê parastinê yê qaşo, vê gavê jî wek “Li hember teşebûsên veguherina cepheyan a ji sînora terorê re ya ji teref Îranê ve gavekî stratejîk e.” Wesifand.
Sazîya Wezîrên Karên Sîyasî û Ewlehî ya rejima sîyonîst, lêkirina dîwara ewlehîyê ya ji sînora Urdunê re qebûl kir. Hat destnîşankirin ku pênc kîlometreya vê planê hatîye temamkirin.
Li gorî radyoya rejima sîyonîst, di çarçoveya vê projeyê de ew ê ji Tepikên Golana îşxalkirî heta bakurê Eliatê bi temamî 425 kîlometre sîstemekî parastinê bê çêkirin. Dê ev sîstem, bi çeperên ku bi bircên çavnêrîkirin û sensoran re bê bitechîzatkirin û ew ê du xetê de sazîyekî ku gelek katmanên wan hene û bi van katmanan baregehên leşkerî bêne parastin jî bêne çêkirin.
Wezîrê parastina sîyonîst Yisrael Katz, lêkirina dîwarê wek, “Li hember plankirina veguhertina cepheya terorê ya Îranê, tedbîrekî stratejîk e.” Nirxand. Sazîya weşana fermî ya rejima îşxalker, vê gotina Katzê parve kir, “Ev dîwar ji bo tehdîda sînora rojhilat a îsraîlê girîngîya jîyanî di nav xw de dihewîne.”
Qaçaxçîtîya çek û tiryakê sedem hat nîşandan
Rojnameya "Times of Israel" di Nîsana 2025an de nivîsandibû ku ji bona li sînora Urdunê dîwarekî bê lêkirin 1,4 milyar dolar pere hatîye cudakirin. Tê texmînkirin ku ew ê proje sê sal berdewam bike. di daxuyanîyên fermî de, sedema vê gavê jî “astengkirina qaçaxçîtîya çek û tiryakê” hatîye diyarkirin.
Piştî êrîş hat rojevê
Hinek bûyerên ku li sînora Urdunê pêk hatin jî vê lêkirina dîwarê da lezkirinê.
Di operasyona ku li nêzê Pira Allenby (Qral Abdullah)ê ku di 8ê Îlona 2024an de hatibû lidarxistin de 3 sîyonîst hatibûn kuştin, ciwanê Urdinî Mahîr el-Cazî ku çalakîyê li dar xistibû şehîd bûbû.
Di 18ê Cotmehê de jî li nêzê Behra Mirî çalakîyekî dinê hatibû lidarxistin, di encama vê operasyonê de jî du sîyonîst birîndar bûbûn, çalakîvanan Hûsam Ebû Gazale û Amîr Kavvas hatibûn şehîdkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber barana zêde ya li Çînê pênc kesan canê xwe ji dest dan û gelek kes jî winda bûn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 475an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 121 hezar û 398 kesan.
Baskê leşkerî yê HAMASê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam, daxuyand ku micahîdên wan, hêzên îşxalkerên ku li alîyê bakurê Xezzeyê ve dimeşîyan hedef girtin, sê wesayît ketin nav kemînê û gelek leşkerên sîyonîst mirin an jî birîndar bûn.