Tûgayên Qessam, li Beyt Lahîyayê kemînek danî: Leşkerên sîyonîst mirin û birîndar bûn

Baskê leşkerî yê HAMASê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam, daxuyand ku micahîdên wan, hêzên îşxalkerên ku li alîyê bakurê Xezzeyê ve dimeşîyan hedef girtin, sê wesayît ketin nav kemînê û gelek leşkerên sîyonîst mirin an jî birîndar bûn.
Tûgayên Qessam, li ser qenala Telegramê daxuyanîyek parve kir, di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku Îna 16ê Gulanê, li bakurê Xezzeyê û li herêma “Atatara” ya rojavaya Beyt Lahîyayê kemîneke tevlîhev danîn.
Qessam weha got:
“Micahîdên me, di vê operasyonê de 3 wesayîtên sîyonîstan bi du teqemenîyên bi navê ‘Şawaz’ û bi roketekî bi navê ‘Tandem’ê hedef girtin.
Dûre bi yekîneyên sîyonîstan re bi keleşkof û bombeyên destan ketin nav pevçûnê û di encamê de endamên vê yekîneyê hem kuştin hem jî birîndar kirin.
Micahîdên me dîtin ku ji bo birîndaran helîkopter xwe daxist herêmê.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber barana zêde ya li Çînê pênc kesan canê xwe ji dest dan û gelek kes jî winda bûn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 475an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 121 hezar û 398 kesan.
Rejîma sîyonîst, plan dike ku li sînora Urdinê ku 425 kîlometre ye xetek ewlehîyê çêbike. Wezîrê parastinê yê qaşo, vê gavê jî wek “Li hember teşebûsên veguherina cepheyan a ji sînora terorê re ya ji teref Îranê ve gavekî stratejîk e.” Wesifand.