Li Xezzeyê qirkirin bênavber didome: 38 şehîd, bi dehan birîndar

Rejima sîyonîst, di êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê de herî kêm 38 Filistînîyan şehîd kir. Hat îfadekirin piranîya şehîdan zarok, pîrek û sîvîlên ku ji cîhê xwe bûne ne.
Êrîşên rejima îşxalker ên li dijî Xezzeyê, di warê qirkirinê de berdewam dike.
Doh, di êrîşên ku heta êvarê berdewam kirin de herî kêm 38 Filistînî şehîd bûn, bi dehan jî birîndar bûn.
Cîhê xwerî xwîndar ê êrîşê, Taxa Tuffaha ku li rojhlata Xezzeyê ye bû.
Balafirên herbê yên aîdê artêşa îşxalê, malekî aîdê malbata Sîyamê hedef girt. Di êrîşê de 15 kes hatin qetilkirin, gelek kes jî hatin birîndarkirin. Li heman herêmê berê jî gelek sîvîl hatibûn hedefgirtin.
Di encama êrîşên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve berdewam dike de, rejima sîyonîst herî kêm 52 hezar û 535 Filistînîyan şehîd kir. Hejmarê birîndaran jî derket 118 hezar û 491 kesan.
Piranîya şehîdan jî zarok û pîrek in.
Hêna jî bi hezaran însan di bin kavilan de ne û aqûbeta wan nayê zanîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Hualiena Taywanê di mezinahîya 5,7an de erdhejek çêbû.
Pakistan, ji ber fealîyetên êrîşdarîya Hîndistanê ya li Cammû Keşmîrê ji Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) daxwazîya rûniştina îstîşareya acîl û girtî kir.
Tûgayên Qessam, di kemîna ku li rojhilata Xan Yûnisê li dar xistin de gelek leşkerên sîyonîstan kuştin û birîndar kirin.