Li bajara Qesra Şîrîn a ku girêdayê wîlayeta Kirmaşana Îranê ye di mezinahîya 5,1an de erdhejekê pêk hat.
Erdhej, li gorî seatên Tirkîyeyê di seat 04.32yan de 8 kîlometre di bin erdê de pêk hat.
Erdhej, bû sedema tirsê û însanan jî digel hewaya sar xwe avêtin derve.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Wîlayetê ve hat belavkirin de, hat diyarkirin ku di erdhejê de candayîn û zerareke maddî çênebû.
Hat destnîşankirin ku piştî erdhejê hemû îstasyonên Hîva Sor ên li herêmê derbasî rewşa elarmê bûn.
2 ekîba Hîva Sor, ji bona ku xesarên li gundên nêzê navenda erdhejê binirxînin hatin wezîfedarkirin.
Li gorî rapora ekîbê erdhej nebûye sebeba xesarekî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêma Sulawesîya Rojavaya Endonezyayê hezaz pêk hat, di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
Ofîsa Çapemenîya Hikûmetê li Xezzeyê got ku nifûsa Filistînî ya ku li Xezzeyê û bajarên wê yên bakur dijîn, ji ber ku bi sed hezaran koçber sibeha Duşemê dest bi vegerê kirin, lazimatîya wan a bi lezgînî ji 135.000 çadir û konteyniran re heye.
Di teqîna ku li rojhilata Efxenistanê pêk hat de zarokek canê xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn.
Gelê Xezzeyê di çarçoveya peymana agirbestê ya ku di navbera HAMAS û rejima îşxalker de hatîye îmzekirin de, li gorî seatên mehellî ji seat 07.00an şûnve dest bi derbasbûna Bakur kirin.