Li îranê di tankêra metanolê de şewat derket: 3 mirî, 2 birîndar

Li wîlayeta Buşehra başûrê Îranê li îskeleyê tankerekî teqîya û dûre şewat derket, di encamê de herî kêm 3 kes mirin, du kes jî birîndar bûn.
Li gorî Ajansa nûçeya Fars a nîvfermîyê, bûyer di seat 11.05an de li Bendera bajara Deyrê pêk hat.
Walîyê Deyrê Alîreza Saccadî, diyar kir ku teqîn dema ku kejilandin dihat kirin pêk hatîye û dûre şewat derketîye.
Hat destnîşankirin li gorî diyarîyên ewil 3 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê ji herêmê re ekîbên îtfaîye, xelaskirin û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Midûrê Xizmetên Tibbî ya Acîl a Wîlayetê Hasan Musawî, tanka metanola ku teqîya, aîdê kompleksa petrokîmyaya kavehê bûye.
Dema ku mezinahîya bûyerê bê ber çavan endîşe tê kirin ku ew ê hejmarê mirîyan zêde bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji wezîfeya Serfermandarê Giştî Muhammed Baqirî ku di êrîşa rejima sîyonîst de şehîd bûbû re Hebîbullah Seyarî ji bo demekî hat anîtin, ji cîhê Fermandarê Pasdaranan re jî Ahmed Vahîdî hat anîtin.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, HAMAS, êrîşa rejîma sîyonîst a li ser Îranê wekî "pêşkeftinek girîng ku dê qedera herêmê diyar bike" bi nav kir û tekez kir ku divê tevahiya ummetê li dijî vê tehdîdê bibe yek.
Serfermandarê Giştî yê Îranê Muhemed Baqirî di êrîşeke asmanî ya rejîma sîyonîst de şehîd bû. Her çend medyaya Îranê şehîdbûna wî piştrast kir jî, berê hatibû ragihandin ku ew sax e.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, di daxuyaniya xwe ya ewil a piştî êrîşên rejîma sîyonîst de diyar kir ku ew hêvî dikin ku pêvajoya danûstandinên nukleerî bi Îranê re bidomînin. Trump got, "Îran nikare bibe xwediyê bombeya nukleerî. Ger hewce be em ê îsraîlê biparêzin."