Li Îranê tayînên krîtîk: Serfermandarê Giştî û Fermandarê Pasdaranan eşkere bû

Ji wezîfeya Serfermandarê Giştî Muhammed Baqirî ku di êrîşa rejima sîyonîst de şehîd bûbû re Hebîbullah Seyarî ji bo demekî hat anîtin, ji cîhê Fermandarê Pasdaranan re jî Ahmed Vahîdî hat anîtin.
Di êrîşa rejima sîyonîst a îşxalker de Serfermandarê Giştî yê Îranê Muhammed Baqirî û Serokê Pasdaranan Tûxgeneral Huseyîn Selamî şehîd bûbûn, Îranê ji cîhê van şehîdan re Hebîbullah Seyarî û Ahmed Vahîdî tayîn kir.
Seyarî di artêşa Îranê de fermandarekî xwedî tecrîbe bû. Ahmed Vahîdî jî di warê parastin û ewlehîya Îranê de wezîfeyan kirîye û di berxwedanê de navekî biqewettir e.
Çapemenîya fermî ya Îranê, bal kişand ku ev ê van tayînan stratejîya parastina welat bidomîne û berxwedanê qewettir bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Mersînê Faruk Dînç beşdarî tevgera wijdanê ya navneteweyî ku li Misirê bi daxwaza gihandina alîkariya mirovî bo Xezzeyê û vekirina Deriyê Sînor ê Refahê hat lidarxistin bû.
Berdevkê Baskê leşkerî yê HAMASê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam Ebû Ubeyde, êrîşên rejima îşxalker a li ser Îranê şermezar kir û got, “Ev êrîş, Encama sekina Îranê ya li cem gelê Filistînê û berxwedana wî ya birûmet e.”
Meşa navneteweyî ya ku ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Refahê li dijî qirkirina rejîma siyonîst li Xezzeyê hatiye destpêkirin, li Misirê berdewam dike. Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, Alîkarê Serokê Weqfa Karwana Hêvîyê Erdal Elûbûyûk û Alîkarê Serokê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Abdulqudûs Yalçin jî beşdarî meşê dibin.
Tevgera Cîhada Îslamî, êrîşa rejima îşxalker a li ser Îranê bi zimanekî tund şermezar kir, û daxuyand ku ew bi gelê Îran û bireveberîya Îranê ne re.